23:24 24 Hezîran 2018
YPG

Li taxa Kurdan a navendê şerê dijwar: 14 kuştî

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Li taxên navend ê Reqqayê 11 milîtanên terorîst hatin kuştin.

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şer û pevçûnên çend seetên dawî yên li taxên navenda Reqqayê de 11 terorîst hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin.

Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, şer û pêvçûn li taxên navenda Reqqayê yên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û terorîstên DAIŞê de berdewam dike. Li taxên Nehda, Kurdan, Firdews û li derdora nexweşxaneya Wetenî ya li taxa Sekenê di navbera şervanan û terorîstan de pevçûnên giran rû didin.

Herwiha şervanan li ber nexweşxaneyê wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞê rûxandin.

Şervanên YPGê li taxa Nehda 4 noqteyên nû ji destê DAIŞê deranîn û di van şer û pêvçûnan de 11 milîtanên terorîst hatin kuştin. Herwiha 3 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dan.

Bi heman mijarî:

Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
Etîketan:
Operasyona Reqqayê, YPG, DAIŞ, Reqqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de