22:30 22 Gulan 2018
    Rojava

    Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo Mam Celal 3 roj şîn ragihand

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Rojava ji bo wefata Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî li Rojava 3 roj şîn ragihand.

    Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Rojava ji bo wefata Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî bi daxuyeniyekê li Rojava 3 roj şîn ragihand.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi êş û xemgîniyek mezin agahiya wefata Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Telabanî hatiye girtin û got, "Mam Celal di temenê xwe yê 83 salî de çû ser dilovaniya xwe. Temenê Mam Celal bi têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurdistanê û bi taybetî li Başûr û Iraqê bi giştî dagirtiye. Em wekî Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojavayê Kurdistanê ji hevjîna Talebanî Hîroxan, kurên wî, tevahî malbata Talebanî û dostên wî yên YNKê û tevahiyê gelê Kurdistan û Iraqê, her wiha ji xwe û gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin."

    Rêveberiya Rojava dest nişan kir ku Mam Celal rêveber bû, di kesayeta wî de hemû taybetmendiyên rêvebertiya partiyê û gel hebû û daxuyanî wisa berdewam kir: "Di heman demên nakokiyên siyasî pêşketibûn, karîbû ji bo doza kurdî serkeftinên mezin bi dest bixe. Herêma Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistan bi taybetî di qonaxeke herî hesas û guhertinên radîkal û dîrokî re derbas dibe, Mam Celal di vê qonaxê de roleke çalak lîst. Gelên herêmê bi wefata kurê mezin yê Silêmaniyê re kesayeteke dîrokî, siyasî, doplomasî ku di rehma çiyayê wê yê bilind de çêbû û bi têkoşîna wî mezin bû."

    Rêveberiyê di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo malbata Mam Celal û tevahiya gelê Kurdistanê sebirê û sersaxî xwest got, "Em bi vê boneyê li Rojava 3 rojan şînê radighînin."

    Bi heman mijarî:

    Pîre: Cenazeyê Mam Celal roja înê ji Almanyayê tînin Kurdistanê
    Ahmet Turk: Cihê Mam Celal di dîroka Kurdistanê de gelek cuda ye
    ‘Amerîka bi wefata Celal Talebanî gelekî xembar e’
    Bernameya merasîma cenazeyê 'Mam Celal' diyar bû
    Ji McGurk peyama serxweşiyê bo wefata Mam Celal: Ez ê bêriya wî bikim
    PKKê daxuyaniyek ji bo Talabanî da: Mam Celal her dê di bîra gelê Kurdistanê de be
    Etîketan:
    şîn, Rêveberiya Xweser a Rojava, Celal Talebanî, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de