23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    Deyr ez Zor- Fırat Nehri

    Rûsya Pira Feratê li Sûriyeyê ava kir.

    Sputnik
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporên xizmetên rêyan ên bi ser Wezareta Ewlehiya Rûsyayê ve, li Dera Zorê ku dikeve Bakurê Sûriye yê, li ser çemê Firatê ji bo ku leşker û navgînên leşkerî tê re derbasî rojhavayê çêm bibin pirek ava kir. Di pira ku 213 metreyan dirêje re her roj wê 8000 seyare derbas bibin.

    Serokê Daîreya Xizmetên Rêyan ya bi ser wezareta ewlehiyê ve Vladimîr Burovtsev, got ku li ser çemê Firatê ji bo leşker bigihîn aliyê çêm yê rojava pirek hatiye avakirin.

    HSD
    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    Burovtsevê ku ji rojnamevannan re axifî weha got; "Di dema avakirinê de me navgînên hewayî yên bê mirov bikaranîn. Di dema çêkirinê de ji jorê bombe û teqemenî bi ser me de dibariyan. Lê dîsa jî tu wendahiyên me çênebûn. Mirî an birîndar tunene. Her tişt di wext de temam bû.

    Burovtsev weha pê de çû; "Pir ji bilî çûn û hatinê wê ji bo alikariyên sivîlan jî were bikaranîn. Alîkariyên ku ji gundên ku ji milîtanan hatine xelaskirin wê di vê pirê re biçe û tehliyeya mirovan jî wê di vir re pêk were. Di vê pirê re her roj 8000 erebe dikarin biçin û bên. Herwiha di ser pirê, tanq, top 3u fuzeavêje jî dikarin derbas bibin.

    Bi heman mijarî:

    Wêneyên jinan di referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de
    Qasim Suleymanî: Em ê berjewndiyên hevparên xwe, Tirkiye û Iraqê li ber çavan bigirin
    'Washington dê firînên balafirên Rûsyayê li qada xwe asteng bike'
    Rûsya: Eger Facebook li gorî qanûnan tevnegerê em ê asteng bikin
    Kurdan li ser medyaya civakî çawa pêşwaziya referandûmê kir
    Etîketan:
    pir, Vladimîr Burovtsev, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de