22:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    Şervanên YPGê çend cihên staretejîk rizgar kirin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Operasyona kontrolkirina herêma Dêra Zorê ya bi navê Bagera Cizîrê di roja xwe ya 16emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin.

    Operasyona kontrolkirina herêma Dêra Zorê ya bi navê Bagera Cizîrê di roja xwe ya 16emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gelek herêmên stratejîk û bi hezaran sivîl rizgar kirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî bîlançoya hefteya dawî ya operasyona Bagera Cizîrê wiha ye: "Şervanên YPGê di hefteya duyemîn a pêngavê de 70 km2 ji terorîstên DAIŞê paqij kirin û bi pêş ve diçin. Di hefteya dawî de şervanan 36 mezra rizgar kirin. Herwiha di van êrîş û pêşdeçûna de 23 milîtanê DAIŞê hatin kuştin ku 4 jî ji wan bombeyên întiharê li xwe pêçabûn. Ji aliyê komên taybet yên YPGê ve 17 milîtan ji wan 8 jê di kampa Seed a koçberan dîl hatin girtin.

    Herwiha balafireke kifşê ya DAIŞê hate xistin û 2 erebeyên doçka û erebeyek zirxî hatin rûxandin. Di heman demê de 3 erebeyên teqemeniyê jî ji aliyê şervanan ve hatin bê bandorkirin. Erebeyek cûreya Tiwêta û erebeyek zirxî ketin destê şervanan.

    Ji aliyekî din ve jî bi hezaran sivîlên Dêra Zorê hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Di navbera YPG û DAIŞê de pevçûnên dijwar: 7 jê fermandar 27 kuştî
    Etîketan:
    Operasyona Dêra Zorê, DAIŞ, YPG, dêra zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de