20:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Rojava

    Hilbijartinên Komînan ên Rojava bidawî hat

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Rojava ragihand ku proseya hilbijartinên hevserokatiya komînan li hersê herêmên bidawî hatine.

    Berdevkê fermî yê hêzên Asayişa Rojava Elî Elhesen ragihand ku proseya hilbijartinan li hersê herêman, ji aliyê ewlehiyê ve, bi awayekî serkeftî birêve çû. Herwiha got ku ti binpêkirin û serpêçî nehatin tomarkirin.

    Li gorî gotina berdevkê Asayişê 12 hezar endamên Asayişê navendên hilbijartinan diparastin.

    Tê zanîn ku Herêma Ferat yekem bû ku hilbijartin lê bidawî bûn. Lê li herdu herêmên Cizîr û Efrînê demdirêjî bi dema hilbijartinan hate dan, lê ew jî bidawî hatin.

    Piştî bidawîhatina hilbijartinan, hevseroka Komisyona Bilind a Hilbijartinan Rûken Mela Îbrahîm bidawîhatina hilbijartinan li hersê herêman ragihand, lê hêj encamên wan hilbijartinan nehatine ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    Muslim li ser hilbijartinên Rojava got: Em ji bo rêvebirina xwe destûrê ji kesî nexwazin
    Rewşa dawî ya hilbijartinên Rojava çawa ye?
    ENKSê ji bo hilbijartinên Rojava banga boykotê kir
    Başûr û Rojava dikarin li hember Tirkiyeyê hêzên xwe bikin yek
    Etîketan:
    komîn, hilbijartin, Elî Elhesen, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de