18:15 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Qomişlo / Rojava

    Hilbijartinên Komînan ên Rojava bi dîmen û vîdyoyan

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9210

    Hilbijartinên Komînan li Rojava îro ji saet 8ê Sibehê de dest pê kir û dê heta 8ê êvarî dewam bikin.

    Hilbijartin li hersê herêmên Federasyona Bakurê Sûriyeyê-Rojava — Cezîrê, Firat û Efrînê- bi rê ve diçin.

    Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêmên Federaliya Bakurê Sûriyeyê derbarê hilbijartinên hevserokên komînan daxuyanî dabû û gotibû dê sibê ji danê sibehê bi hezaran hilbijêrên sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîrê, Firat û Efrînê) berê xwe bidin navendên hilbijartinan û hevserokên komînên xwe hilbijêrin. Di hilbijartinan de dê 12 hezar û 421 kes ji bo hevserokatiya 3 hezar û 732 komînan bên hilbijartin.

    HERÊMA CIZÎRÊ

    Li herêma Cizîrê ya ku ji kantonên Heseke û Qamişloyê pêk, hejmara namzetan 7 hezar û 720 e, ji van 3 hezar û 917 jin in. Hejmara komînan li tevahiya herêma Cizîrê 2 hezar û 495 e.

    HERÊMA FIRATÊ
    Li herêma Firatê ya ku ji kantonên Kobanî û Girê Spî pêk tê, 3 hezar û 135 namzet wê bikevin hilbijartinê, ji van hezar û 386 jin in. Hejmara komînan jî 825 in.

    HERÊMA EFRÎNÊ

    li herêma Efrînê ya ku ji kantonên Efrîn û Şehbayê pêk tê, 2hezar û 566 in, ji van 700 jin in. Hejmara komînan jî 412 ne.

    BEŞDARÎ Û BERTEKA XELKÊ JI BO HILBIJARTINAN

    Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif û hevseroka MSDê Ilham Ehmed di hilbijartinên hevserokên komînan de denê xwe dan.


    Asayîşa Rojava li ser rûpela xwe ya Facebookê hinek dîmenên hilbijartinan weşandin û ragihand ku Hêzên Asayîşê bi peywira parastina navendên hilbijarrtinan radibin.

    Endamê Desteya Birêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîlî li ser rûpela xwe ya Facebookê de derbarê hilbijartinên Komînan de got, gelê me wan salên zulm û înkarê îro bi dawî dikin û wiha dewam kir: "Ber bi çêkirina siberojeke nû li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn."


    Herwiha ARTA FM hinek wêne û dîmenên ji beşdarbûna di hilbijartinên de weşandin

    Welatiyekî ji Efrînê li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsiye: "Îro tenê welatiyê kurd bi giringiya dengê xwe dihise."

    Bi heman mijarî:

    ‘Mudaxeleya Rojava dê statû, sînor û rejima Tirkiyeyê têxe nîqaşê'
    Aldar Xelîl: Herêma Kurdistan û Rojava dikarin sîstema konfederal ava bikin
    Pûtîn: Welatên Rojava ji ber mueyîdeyên xwe zerarê dîtin
    PYD: PDK nahêle ku rojnameger derbasî Rojava bibin ku operasyona Reqayê bişopînin
    Mislim: Em referandûma serxwebûnê li Rojava nakin
    Erdogan: Dibe em operasyoneke leşkerî li Rojava pêk bînin
    Brett McGurk bi YPGê re li Rojava hevdîtin pêk tîne
    Heta niha Amerîkayê 7 baregehên leşkerî li Rojava vekirine
    Etîketan:
    Efrîn, Cizîr, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de