14:36 17 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    Şerê bajarê Reqqayê bi dijwarî didome: 63 kuştî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di pevçûnan de 63 milîtanên terorîst ê DAIŞê hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê di roja xwe ya 107an de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şer û pevçûnên çend seetên dawî de 63 milîtanên terorîst hatin kuştin, 3 wesayîtên bombebarkirî hatim îmhakirin û şervan kelî bi kêlî bi pêş ve diçin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li taxa Emîn û çerxerêyên Neîm û Delê yên navenda bajêr, herwiha li bakurê depoyên genim û taxên rojavayê bajêr şerekî dijwar di navbera şervanên YPG û milîtanên terorîst ê DAIŞê didome. Şervan kelî bi kêlî ji aliyê bakur ve ber bi navenda bajêr ve diçin. Di encama şer û pevçûnên şervanên YPGê yên çend seetên dawî de 63 DAIŞî hatin kuştin, li derdora aş yek û li derdora çerxerêya Delê du wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

    Hat ragihandin ku hê jî li wan taxan bi dijwarî şer û pevçûn didome.

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Etîketan:
    Operasyona Reqqayê, DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de