05:35 23 Hezîran 2018
Salih Muslim

Muslim li ser hilbijartinên Rojava got: Em ji bo rêvebirina xwe destûrê ji kesî nexwazin

© AFP 2018 / Adrien Morlent
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku ew dê li herêmên jêr kontrola xwe, sibe 22yê Îlonê hilbijartinên şaredariyan û meclîsên herêmî bikin.

Muslim ji Spûtnîkê re ragihand ku hemû amadekariyên wan ên bo hilbijartinan bidawî bûne û got, ‘Dê hilbijartin li herêmên Kurdan ên bakur werin kirin û dê rêveberên konseyên herêmî werin hilbijartin.'

'EM JI BO RÊVEBIRANA KARÛBARÊN HERÊMÊN KURDAN DESTÛRÊ JI KESÎ NAXWAZIN'

Muslim da xuyakirin ku ew dê ji bo birêvebirina karûbarên li herêmên Kurdan destûrê ji ti kesî nexwazin û bêyî nav bide bal kişand ser ku dê çavderên dewletan jî hilbijartinan bişopînin.

Hêzên Kurd ên ku li herêmên kurdnişîn ên bakurê Sûriyê serdestin, rêveberiyeke xweser ava kirine ku dibêjin, ew dixwazin federasyona bakurê Sûriyê ava bikin, lê dewleteke serbixwe jî naxwazin.

Li beramberî vê daxwazê, Serokê Sûriyê Beşar Esad ligel razîbûna deshilatiya Kurdan li hinek herêman jî li dijî sîstema federalî radiweste û rêveberîyên Kurdan jî wekî rêveberiyên demkî dibîne.

 

 

Bi heman mijarî:

Parlamentoya Tirkiyê bi lezgîn dicive: Referandûm û tezkereya dersînor di rojevê de ye
Merasîma Xelatên Apê Musa hat qedexekirin
Mehmûd Osman: Kurd ne di rojeva Amerîkayê de ne
Barzanî daxwaza Fransayê red kir
Encûmena Referandûmê projeya Dewleta Kurdistanê radigihîne
Civîna Encûmena Referandûmê û Barzanî dest pê kir
Şêwirmendê Barzanî: Em ji bo paşxistina referandûmê re amade ne
Demirtaş diyarî ji Kiliçdaroglu re şand
Etîketan:
Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de