18:01 11 Kanûn 2017
Zindî
    Jinên kurd - Rojava

    Rewşa dawî ya hilbijartinên Rojava çawa ye?

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    1 0 0

    Kurdên Rojava ji dema ragihandina federasyona bakurê Sûriyeyê yekem hilbartinên xwe bi rê ve dibin ku ev hilbijartin berî referandûma serxwebûna Kurdistanê bi çend rojan tê.

    Biryar e ku hilbiartin li ser sê qonaxan pêk werin ku ya yeke di 22ê Îlonê anku sibe îniyê de be û Rêbendana 2018an bi hilbartina Encûmene Yasadanînê ya Rojava bi dawî bibe.

    "HILBIJARTIN GAVA YEKEM E JI BO PERGALA FEDERATÎV"

    Hevserokê PYDê Salih Muslim ji AFPyê re wiha axivî: "Hilbijartin yekem gav e ji bo xurtkirina pergala federatîv û demokrasiya federatîv".

    Herwiha Salih Muslim derbarê pergala Rojava da wiha got, "Pergaleke nû li Rojava pêk tê… Em beşeke ji Sûriyeyê ne û daxwaza me federasyon e".

    "PANKARTÊN HILBIJARTINA BI SÊ ZIMANAN IN"

    Di Adara 2016an de kurdan pergala federasyonê li herêmên xwe yên bakurê Sûriyeyê ragihand û dûre jî kirin sê herêm ku wiha ne; "Herêma Cezîrê, Herêma Firatê û Herêma Efrîn û ev her sê herêm jî ji kantonan pêk tên.

    Li bajarên Qamişlo, Amûdê û Hesekê pankartên bi zimanên erebî, kurdî û suriyanî bang li welatiyan tê kirin ku beşdarî hilbijartinan bibin û li ser hinekan wisa hatiye nivîsîn, "Siberoja Rojava di destê te ye, 'dengê' xwe bidê" û "dengê te emanet e, bide yê hêjayî wî ye".

    "ME BAWER NEDIKIR, EM VÊ ROJÊ BIBÎNIN"

    Welatiya bi navê Mîdya Yûsiv ji Tirbespiyê ji radyoya Welat TV ya herêmî re derbarê hilbijartinan de wiha dibêje: "Pêngaveke baş e û dê fêdê li gelê kurd bike daku hebûna xwe îsbat bike û serkeftinê ji wan re dixwazin û herwiha dixwazin ku daxwaz û pêdivîtiyên welatiyan pêk bînin".

    Herwiha hinek welatî jî dixwazin ku karên komînan bi rastî bê kirin û ne ku li ser kaxezan bimîne. Mamosteya bi navê Rojîn Şakir ji nheman radyoyê re gotiye: "Em van hilbijartina li gelê kurd li Rojava û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin. Tiştekî gelekî xweş e ku em dibîni hemû di hilbijartinan de beşdar in, çi kurd, çi ereb, çi suryanî û çi asûrî be".

    Herwiha welatiyek (50 salî) bi navê Omer Ebdî li Qamişloyê ji ajansa AFPê re gotiye: "Ev cara yekem e ku hilbijartinên kurdî çêdibin…Me bawer nedikin ku em vê rojê bibînin".

    "EV HILBIJARTIN DÊ RÊ LI BER KURDAN VEKE KU SAZIYÊN XWE AVA BIKE"

    Rojnamevan Mutlu Civiroglu derbarê mijarê de ji heman ajansê re dibêje: "Ev hilbijartin dê fersendê ji kurdan re çêke ku saziyên xwe ava bikin."

    Civioglu dibêje, "kurd bi van hilbijartinan peyamek xurt didin cîhanê û tê de dibêjin ku dikarin hilbijartinan pêk bînin ji ber herêmên wan ewle ne."

    PERGALA HILBIJARTINÊ YA ROJAVA ÇAWA YE?

    Di qonaxa yekem a hilbijartinan de dê hevserokên komînan werin hilbijartin. Komîn lijneyên herêmî yên taxan in.

    Di qonaxa duyem de, encûmenên herêmî yên navçe û kantonên her herêmekê pêk werin û di qonaxa dawî de anku 19ê Rêbendanê dê Encûmena Gelên Demokratîk" ji bo her sê herêman bê hilbijartin ku dê bikarin qanûnan ji bo her sê herêman deyene.

    Herwiha di heman rojê de dê Kongreya Gelên Demokratîk were hilbijartin ku dê wek parlementoyekê be û peywira wî ya sereke dê sepandina qanûnan û diyarkirina siyaseta giştî ya pergala federatîv be.

    KOMÎN ÇI NE?

    Muslim komînan wiha rave dike: Şêwazeke rêxistina civakî ya her tax an gundekî ye.. Ev pergal li Ewropayê wek mînak li Belçîkayê bi rê ve diçe. Lijne û hevserok hene û ev lijne dê li ser mijarên aborî, tenduristî û pêjiyanî bixebite daku civak xwe bi rêk û pêk bike.

    "REWŞA DAWÎ YA AMADEKARIYÊN HILBJARTINAN"

    Ji aliyê din ve, hatibû îdîakirin ku xizmetê li ser kesên belgeya xwe ya hilbijartinê nestînin dê werin qutkirin. Komisyoan Bilind a Serbixwe a Hilbijartinên Herêma Cezîrê ev îdîa red kirin.

    Li gorî radyoyeke herêmî, Hevseroka komisyonê Rûken Mele Ehmedê îro pêncşemê ragihand ku armanca van gotegotan ew e ku birêveçûna pêvajoya hilbijartinê were tevlihevkirin.

    Herwiha Mele Ehmedê diyar kir ku êdî sindoqên dengdanê tên belavkirin.

    Li gorî AFPê, mamosteyên ji aliyê birêveberiya xweser ve dê çavdêriya sindoqan bikin û lijne hene ku belgeyên hilbijartinê li xelkê belav dikin.

    "12 HEZAR Û 421 NAMZETÊN HILBIJARTINÊN ROJAVA HENE"

    Ragihandina nêzîkî birêveberiya xweser ragihand ku sibe dê hilbijartinên hevserokên Komînan li 3 hezar û 732 komînên sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîr, Firat û Efrînê) werin lidarxistin.Ji bo hevserokatiya van komînan dê 12 hezar û 421 namzet hene.

    ENKSÊ BANGA BOYKOTKIRINÊ KIRIBÛ

    ENKSê duh ragihandibû ku ew hilbijartinên taxan (Komînan) ên 22yê vê mehê ku ji aliyê Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê ve têne kirin qebûl nakin û bang li hemwelatiyan kir, hilbijartinan baykot bikin.

    Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKSê de hatibû gotin, "Ew hilbijartin rêzê li xebata gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî ya bi dehên salan nagirin."

    TEVDEMÊ BERSIVA ENKSÊ DA

    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bersiv da daxuyaniya ENKSê û wiha got: ʺDaxuyaniya ENKSê li dijî nirxên Şehîd û deskeftiyên gelê kurd li Sûriyê û hemû gelên Bakurê Sûriyê îxanet e.ʺ

    Herwiha Hevseroka Meclisa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku di 22ê Îlonê de berê xwe bidin sindoqên hilbijartinan û nûnerê xwe ji bo hevserokatiya komînên xwe hilbijêrin.

    HILBIJARTIN Û REFERANDÛMA KURDAN

    Hêjayî gotinê ye ku ev qonaxa yekem a hilbijartinan li herêmên kurdî li Sûriyeyê berî referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê bi sê rojan pêk tên.

    Wiha tê nirxandin ku him ev hilbijartina Rojava û him jî referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê dê ji bo kurdan gelekî giring bin li gel ku gelek dewlet li dijî wê derdikevin.

    Bi heman mijarî:

    Times: Başûr û Rojava dibin Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe
    Anarşîstên yûnanî, bi hêzên kurdan re li Rojava dijî DAIŞê şer dikin
    Asayîşa Rojava: Îran dixwaze li Bakurê Sûrîyê projeyekê dirûst bike
    ‘Mudaxeleya Rojava dê statû, sînor û rejima Tirkiyeyê têxe nîqaşê'
    Aldar Xelîl: Herêma Kurdistan û Rojava dikarin sîstema konfederal ava bikin
    Pûtîn: Welatên Rojava ji ber mueyîdeyên xwe zerarê dîtin
    PYD: PDK nahêle ku rojnameger derbasî Rojava bibin ku operasyona Reqayê bişopînin
    Etîketan:
    Salih Muslim, Tirbespiyê, Hesekê, Qamişlo, Efrîn, Amûdê, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de