03:28 19 Hezîran 2018
YPG - HSD

Rûsya ji bo HSDê Amerîkayê hişyar kir: Em ê li wan xin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 03

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku ji herêmên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgiriya wan dike ve 2 car gule bi leşkerên Artêşa Sûriyeyê ve hatine reşandin, eger êriş dubare bibin dê bersivê bidin.

Konaşenkov diyar kir ku, "Ji Herêmên ku di bin kontrola HSDê û Amerîkayê ve 2 car êrişa leşkerên Artêşa Sûriyeyê hatine kirin. Operasyonên me yên taybet li wan herêman bi Artêşa Sûriyeyê re dewam dikin. Ji ber vê yeke, me bi rêyên ragihandina taybet ji Amerîkayê daxwaza rawestandina êrişên hêzên HSDê kir."

Konaşenkov got: "Eger ji herêmên di bin kontrolên HSDê ve êriş dîsa pêk werin, dê ew herêm werin xistin. Çeperên leşkerên yên li wan herêman dê bi lezgîn werin xistin."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Şervanên HSDê ji bo Dêra Zorê tên şandin
Pêşveçûna HSDê dewam dike: 10 mezrik hatin kontrolkirin
HSDê 80% ji Reqayê rizgar kir
Rûsya: Herî zêde êrîş ji HSDê tên ser artêşa Sûriyê
Rûsyayê derbarê lêdana HSDê de daxuyaniyek da: Me agahî dabûn DYAyê
Etîketan:
HSD, hişyarî, êriş, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de