10:47 22 Hezîran 2018
HSD

Rûsya: Şervanên HSDê ji bo Dêra Zorê tên şandin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
Şerê DAIŞê yê li Sûriyeyê (19)
0 0 0

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Reqayê dişinin bakurê Dêra Zorê. Konaşenkov destnîşan kir ku HSD û Amerîka êrişî hêzên Artêşa Sûriyeyê yên li herêmê dikin.

Konaşenkov ji rojnamegeran re axivî û got: "Şervanên HSDê yên ku ji bakur ve berbi Dêra Zorê ve tên, bê zehmetî derbasî alî DAIŞê dibin. Ev hefteyeke balafirên keşfe û Navgînên Hewayî yên Bêmirov ên rûsî, tespît kirine ku DAIŞ bi HSDê re şer nekiriye."

‘HEFTEYA BERIYA ME TEMAMIYA BAJÊR TÊ RIZGARKIRIN'

Konaşenkov diyar kir ku sedî 85ê bajarê Dêra Zorê di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye û hefteya beriya me tememiya bajêr dê rizgar bikin.

Konaşenkov, "Di 24 saetên dawî de Artêşa Sûriyeyê li dijî çeperên DAIŞê yên dawî ku li bajêr mane operasyon pêk tînin. Serkeftinên Artêşa Sûriyeyê, li pişt perdeye operasyonên kontrolkirina Reqayê yên hêzên HSDê û koalîsyona navdewletî, rawestand."

Generalê rûsî da zanîn ku operasyonên yekîneyên rûsî ku bi leşkerên artêşa Sûriyeyê re operasyon pêk tînin, operasyonê li dijî DAIŞê, li herêmên Dêra Zorê ku şervanên HSDê şandin, dewam dikin.

‘JI HERÊMA KU AMERÎKA LÊ BÛ GULE REŞANDIN SER ARTÊŞA SÛRIYEYÊ'

Konaşenkov ragihand ku ji herêma ku Amerîka û hêzên HSDê lê ne, 2 car gule reşandine ser leşkerên Artêşa Sûriyeyê.

Mijar:
Şerê DAIŞê yê li Sûriyeyê (19)

Bi heman mijarî:

HSD: Dîroka kontrolkirina Reqayê ragihand
‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’
HSD: Me sedî 70ê bajêr kontrol kir
HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
Etîketan:
HSD, DAIŞ, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de