21:43 18 Cotmeh 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKSê ji bo hilbijartinên Rojava banga boykotê kir

    © Foto: Public Domain
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10101

    Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) hilbijartinên 22yê Îlonê yên li Bakurê Sûriyê (Rojava) pêk werin, red kir û banga boykotê kir.

    ENKSê ragihand ku ew hilbijartinên taxan (Komînan) ên 22yê vê mehê ku ji aliyê Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyê ve têne kirin qebûl nakin û bang li hemwelatiyan kir, hilbijartinan baykot bikin.

    Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKSê de hat gotin, "Ew hilbijartin rêzê li xebata gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî ya bi dehên salan nagire."

    'DIXWAZIN ÇAVPOŞÎYÊ LI REFERANDÛMÊ BIKIN'

    ENKSê di daxuyaniyê de referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê bi bîr xist û wiha pê de çû:

    "Di dema ku çavên gelê Kurd li hundir û li derveyî welat li proseya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ne, PYDê bi yekalî hilbijartinên komînan di vê demê de dike, ew jî hewleke zelal e ji bo çavpoşiyê li referandûmê bike."

    ENKSê herwiha da xuyakirin, "PYDê gef û fişarên li dijî mafê mirovan li welatiyên Kurd dike û zorê li welatiyan dikin û wan neçar dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin."

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Hêro Xan li ser referandûmê axivîn
    Lavrov: Helwesta Amerîkayê ya dijî pêkanîna peymana nukleerî cihê fikarê ye
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: 10 mezrik hatin kontrolkirin
    Serokê Komisyona Referandûmê: Her kes dê roja duşemê dengê xwe bide
    'Duyem mezintirîn şirketa amerîkî Chevronê piştî du salan bîra xwe li Kurdistanê kola'
    'Apê Mûsa' di salvegera kuştina xwe de hat bîranîn
    Etîketan:
    Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de