06:26 21 Gulan 2018
    YPG

    Li hemû taxên bajêr şerê man û nemanê ye: 23 kuştî

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê li hemû taxên navendê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şerê çend seetên dawî de 23 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê li hemû taxên navendê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şer û pevçûnên çend seetên dawî yên navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û milîtanên terorîst ê DAIŞê de 23 terorîstên hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, pêşveçûna şervanên YPGê li taxên navendê berdewam e. Li taxên Tişrîn a bakur rojhilat, Rewda û Rimêla yên rojhilat û herêma depoyên genim ya li bakurê bajêr dikevin, şerekî dijwar di navbera şervanên YPGê û milîtanên terorîst ê DAIŞê de rû dide. Di encama şer û pevçûnên dijwar de 23 terorîst hatin kuştin û hinek cebilxaneyên DAIŞê jî kete destê YPGê.

    Hat ragihandin ku li wan taxên navenda bajêr şer didome û ji taxan 24 sivîl hatine rizgarkirin

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Di navbera YPG û DAIŞê de pevçûnên dijwar: 7 jê fermandar 27 kuştî
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqaye, YPG, DAIŞ, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de