05:10 23 Hezîran 2018
Rojava

Piştî teqîna Qamişlo li bajaran motorsîklet hatin qedexe kirin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî êrîşa bi motorsîkletê ku îşev 18ê Îlonê li bajarê Qamişlo pêk hat, Hêzên Asayîşa Rojava li bajarên sereke yên herêmên Cizîrê û Firatê, motorsîklet qedexe kirin.

Di daxuyaniya Hêzên Asayîşa Rêveberîya Rojava de hat gotin ku piştî êrîşa bi motorsîkletê ya li Qamişlo ku zarokekî can de ye û 3 kesên din jî birîndar bûne, li bajarê herêma Cizîrê û Firatê motorsîklet hatine qedexekirin.

‘MOTORSÎKLET HETA DAXUYANÎYEKE DIN QEDEXE NE'

Di daxuyanîya asayîşê de wiha hat gotin: ″Li bajarê Qamişlo di encama teqîna terorane de zarokek şehîd bû û gelek sivîl birîndar bûn. Ji bo parastina selametiya welatiyên sivîl, ji dîroka 19′ê Îlonê heta dema dayîna daxuyaniyeke din, li bajarên sereke yên herêmên Cizîrê û Firatê motorsîklet qedexe ne. Banga me ji welatiyan re heye ku li gorî vê biryarê ve bigerin″.

 

Bi heman mijarî:

Erdogan bi Ebadî re li ser mijara referandûmê axivî
Barzanî bersiva Fallon da: Ji bilî serxwebûnê ti rêyek nemaye
Li Qamişlo motosiklet hat teqandin: Zarokekê can da
Tirkiyê li sînor xendek vedan û berê tankan da Herêma Kurdistanê
Ji bo ‘Azadiya Akademîk’ komxebata mafên mirovan tê lidarxistin
Etîketan:
Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de