13:26 21 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG

    HSD: Dîroka kontrolkirina Reqayê ragihand

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 21050

    Şerê di navbera şervanên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê û milîtanên DAIŞê ya li bajarê Reqayê dijwartir bû. Berpirsê Çapamenî yê HSDê Mistefa Balî ragihand ku li Reqayê gelek herêman ji DAIŞê rizgar kirine û dê heta meheke tememiya bajêr ji DAIŞê rizgar bikin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin bidestxistin, şerên di navbera HSDê û DAIŞê de li orta bajêr dijwartir bûne. Şervanên HSDê nexweşxaneya li orta bajêr ji DAIŞê rizgar kirin. Şerên li 5 taxan dewam dikin û tenê 6 tax di bin kontrola DAIŞê de mane.

    YPG
    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    ‘HETA MEHEKE BAJÊR BI TEMAMÎ TÊ KONTROLKIRIN'

    Berpirsê Çapamenî yê HSDê Mistefa Balî di derbarê şerê li Reqayê de ji Sputnikê re axivî û got: "Ji 3 mehan zêdetire ku şerê li Reqayê dewam dike. Şer niha li orta bajêr dewam dike. Pêşveçûna hêzên me dewam dike. Li gorî texmînên me em ê di nav meheke de tememiya Reqayê ji DAIŞê rizgar bikin. Nexweşxaneya mezin û Parqa Reşîd ku li orta bajêr in, niha di bin dorpêçiya hêzê me de ne. Şer li wir dewam dikin. Hêzên me îro nêzî 100 sivîlan ji taxa Revkayê rizgar kirin û bo herêmên bi ewle veguhestin."

    HSDê di 6ê Hezîranê de bi pêşengiya YPGê û piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike, operasyona kontrolkirina Reqayê ji DAIŞê dabû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    YPGê du navendên din ên Reqayê kontrol kir
    NYyê hişyarî da hevpeymaniya navdewletî: Pêwîst e bedêla Reqayê ne windahiya sivîlan be
    McGurk: HSDê ji sedî 60ê Reqayê rizgar kir
    Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina operasyona Reqayê kir
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    Etîketan:
    dijwar, HSD, Şer, DAIŞ, YPG, Sputnik, Mistefa Balî, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de