21:06 26 Îlon 2017
Zindî
    Şêwirmenda Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, Buseyna Şaban

    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe

    © REUTERS/ KHALED AL HARIRI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Şerê DAIŞê yê li Sûriyeyê (17)
    0 153 0 0

    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê Beşar Esad Buseyna Şaban di axaftina xwe de ragihand ku Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) gelek herêm kontrol kirine û em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe.

    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê Beşar Esad Buseyna Şaban di hevpeyvîna xwe ya televîzyona El-Menara libnanî de got: "Heta niha Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) gelek herêmên DAIŞê bê şer kontrol kirine û em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe."

    Buseyna Şaban di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Em ê şerê her hêzeke leşkerî ya ne rewa li ser axa Sûriyeyê bikin. Hetanî xaka Sûriyeyê were rizgarkirin em ê şerê hemû hêzên ku Amerîka piştgiriya wan dike jî bikin."

    Şaban di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "YPG dixwaze dest deyne ser kanayên petrolê û niha cihên ku rêxistina terorîst a DAIŞê jê derdikeve YPG dikevê. DAIŞ ji gelek cihan bê şer derdikeve. Armanca YPGê perçekirina Sûriyeyê ye û dê hikûmet nehêle ev daxwaz bi cih were. "

     

     

    Mijar:
    Şerê DAIŞê yê li Sûriyeyê (17)

    Bi heman mijarî:

    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Şerê navbera YPG û DAIŞê bê eman dewam dike: Fermandar jî di nav de 48 kuştî
    Di navbera YPG û DAIŞê de pevçûnên dijwar: 7 jê fermandar 27 kuştî
    Etîketan:
    YPG, Şêwirmenda Serokê Dewleta Sûriyeyê, Buseyna Şaban, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de