13:40 19 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê: Em pêşve diçin û gihîştin têketina bajêr

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê operasyona kontrolkirina rojhilatê Dêra Zorê ya Sûriyeyê ji DAIŞê da destpêkirin. Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê Ehmed Ebû Hewla ji Sputnikê re ragihand ku niha li derdora bajêr in û gelek herêm jî ji DAIŞê rizgar kirine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên HSDê hatin bidestxistin, pêşveçûna li rojhilatê bajarê Dêra Zorê ku HSDê heftaya borî bi 10 hezar şervanên xwe operasyona da destpêkirin, dewam dike. Hate ragihandin ku di operasyona kontrolkirina Dêra Zorê de, şervanên HSDê ji du baskan pêşve diçin, li baskek 40 kîlometro, baska din jî 60 kîlometro pêşve çûne.

    Heta niha di operasyona bi piştgiriya hêzên hewayî ya koalîsyona navdewletî dan destpêkirin, gelek gund û mezrik ji DAIŞê hatin rizgarkirin û şerên dijwar diqewimin.

    Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê Ehmed Ebû Hewla derbarê operasyonê de ji Sputnikê re axivî.

    ‘GELEK WINDAHIYÊN DAIŞê ÇÊBÛN'

    Hewla ragihand ku di operasyona Dêra Zorê de gelek pêşve çûne û gelek herêm ji DAIŞê rizgar kirine û got: "Me taxên Elbaîl, Tir Ibedî, Pîşesazî, Hemer Tevaîl û Telahtanê, herêma Pempûyan, Tuxaya leşkerî ya 113mîn û kolana Dêra Zorê ji DAIŞê rizgar kirin. Em niha li derdorê bajêr in. Dibe her kiliyê em bikevin bajêr. Şer di navbera me û DAIŞê de diqewimin. DAIŞê di şer de windahiyên mezin didin. Me 70 kes ji DAIŞê kuştin. Em êrişên DAIŞê yên bi bombeyan asteng dikin. Me di operasyona Dêra Zorê de heta niha 3 hezar sivîl rizgar kirin û wan bo cihên bi ewle veguhest. Em niha hewcedariya wan pêk tînin. Bo ji nû ve vegerin malen xwe, em wan cihan ji DAIŞê rizgar dikin."

    ‘BALAFIRÊN ŞER DI OPERASYONÊ DE PIŞTGIRIYA ME DIKIN'

    Hewla eşkere kir ku 10 hezar şervan beşdarî operasyona Dêra Zorê bûne û wiha pê de çû: "Şervanên HSDê û yên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê di operasyonê de cih digirin. Balafirên şer ên hêzên koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, di operasyonê de piştgiriya me dikin. Ji aliyê din ve jî Artêşa Sûriyeyê li DAIŞê dixe."

    Bajarê Dêra Zorê ku li ser Çemê Firatê cih digire ji sala 2014an vir ve di bin kontrola DAIŞê de ye. Sedî 70ê bajêr di bin kontrola DAIŞê de, yên din jî di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye. Hefteya borî, Artêşa Sûriyeyê dorpêça DAIŞê ya li ser bajêr şkandibû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîkayê 20 fermandarên DAIŞê ji Dêra Zorê tehliye kir'
    Rûsya şkandina dorpêça li ser baregeha hewayî ya li Dêra Zorê piştrast kir
    Amerîkayê zêdetirî 20 fermandarên DAIŞê ji Dêra Zorê tehliye kir
    Leşkerên Sûriyeyê li Dêra Zorê bermahiyên DAIŞê baqij dikin
    Moskowa: Li çeperên DAIŞê yên Dêra Zorê milîtanên ji Rûsya û welatên din jî hene
    Etîketan:
    HSD, YPG, operasyon, DAIŞ, Sputnik, Ehmed Ebû Hewla, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de