03:08 23 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    Şer bi dawî dibe, rewşa Sûriyeyê û kurdên sûrî dê çawa bibe?

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 147 0 0

    Piştî şeş sal û nîvan ji qeyrana Sûriyeyê ku êdî ber bi dawîbûnê ve diçe, piraniya xaka Sûriyeyê di destê hikûmeta Sûriyeyê û kurdan de maye. Gelo dê rewşa welat çawa bibe?

    Balyozê brîtanî yê salên 2003-2006an şi Sûriyeyê Peter Fordî diyar kir ku şerê li Sûriyeyê dikeve qonaxên xwe yên dawî.

    "TÊKBIRINA EL NUSRA YÊ DÊ ZEHMETTIR BE"

    Fordî bi bîr anî ku piraniya endamên DAIŞê biyanî ne û wiha got:  Gelek hatine kuştin û gelek di sînor re reviyane Iraq û urdunê û muhtemelen ên mayî bi tevahî 10 hezar in. Hemû dê nikarin di nava civaka Sûriyeyê de bihelin. Lê komin din hene wek El Nusra ku girêdayî El Qaîdeyê ye û muhtemelen bi qasî DAIŞê xurt e û parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê wî welatî kontrol dike. Ew bi piranî sûrî ne û têkbirina wan dê zehmettir be. Ew ê têk biçin lê dê gelek jê re pêwîst be."

    "IHTIMAL TINE HIKÛMET BERÊ TIVINGÊN XWE BIDE KURDAN"

    Ji aliyê din ve, dîplomatê brîtanî agirbesta di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û kurdan de çêbûye bi bîr anî û diyar kir ku di dawiyê ev herdû hêz dê bigihên hev û wiha pê de çû: "Ihtimal tine ku hikûmet berê tivinga xwe bi hêzên kurdî yên li Sûriyeyê veke lê dîsa jî xaleke heye ku dê bibe sedema aloziyan ji ber him hêzên kurdên sûrî û  him jî hêzên hikûmetê ber bi rojhilat ve diçin û bermayiyên DAIŞê ji wir paqij dikin. Li wê derê dibe hinek pevçûn çêbibin. Herêmên Kurdî 23% ji tevahiya axê (ya Sûriyeyê) ne û qet ne pêkan e ku hikûmeta Sûriyeyê dest ji wî beşê axa xwe berde."

    "KURD DIXWAZIN XWESERIYA XWE XURT BIKIN"

    Ji aliyê din ve, Fordî diyar kir ku kurdên sûrî dixwazin beşek ji dewleta Sûriyeyê ya yekgirtî bin lê wiha dewam kir: "Lê berê, hikûmeta Sûriyeyê di danûstendina xwe bi kurdan re ne şareza bû…(Kurd) dixwazin xweseriya xwe zêde bikin ku ihtimala misogerkirina wê heye. Ew naxwazin wek birayên xwe yên kurd ên herêmên din serbixwe bibin."

    "KURD BI OPERASYONA REQAYÊ DIXWAZIN DESTÊ XWE XURT BIKIN"

    Derbarê şerê kurdan li Reqayê de jî, Fordî wiha got: "Ez wiha difikirim ku rast e ku pêşnegiya şerê vegirtina Reqayê ji DAIŞê dikin daku kartên di destên xwe de zêde bikin û li ser maseya muzakereyan xurt bikin ku ez jî wiha bawer dikim, hikûmeta Sûriyeyê (li ser maseya muzakereyan) dê hinek tişan qebûl bike wek perwerdekirina zimanê kurdî li dibistanên herêmê û dana nasnameyan û hinek neheqiyên din ên li kurdan bûne jî".

    "TIRKIYE DÊ FÊM BIKE KU XWESERIYEKE BISÎNOR BAŞTIRÎN ALTERNATÎV E"

    Ford derbarê helwesta Tirkiyeyê li himberî xweseriya kurdan de jî axivî û wiha got: "Alternatîvên Tirkiyeyê kêm in. Ez dibêjim ku Tirkiye dê fêm bikim ku xweseriyeke gelekî bi sînor ji bo kurdan, alternatîvek e ku dê herî kêm ziyanê bigihîne wan û dibû ku rewş bi gelekî xerabtir bibe."

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Divê bilez parlamena Tirkiyê li dijî biryara referandûma Kurdistanê bicive’
    Tillerson: Hêvdarim di serdema min de pêwendiyên bi Rûsyayê re baş bibin
    McGurk: Em li benda bersiva Herêma Kurdistanê ne
    Li baregeha leşkerî teqîn: 15 birîndar rakirin nexweşxaneyan
    Çavuşoglu ji bo referandûma Kurdistanê: Em ê ji bikaranîna hêzê nerevin
    Komîteya Referandûmê: Ji bilî serxwebûna Kurdistanê ti rêyek nemaye
    'Dê şerê DAIŞê yê li Sûriyê li demeke nêzîk bidawî bibe'
    Şer li hemû taxên navendê belav bû: 19 kuştî
    Koreya Bakur moşekeke din bi ser Japonyayê ve pekand
    Etîketan:
    HSD, DAIŞ, Peter Ford, Sûriye, Reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de