12:24 20 Mijdar 2017
Zindî
    Astana

    Rûsya, Tirkiye û Îranê got: Me li hevdu kir

    © REUTERS/ Mukhtar Kholdorbekov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 5301

    Hat diyarkirin ku Rûsya, Tirkiye û Îranê, her sê welatên garantor yên hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê, di encama hevdîtinên xwe yên gera 6an ya li Astanayê de li hev kirin ku Idlib jî di nav de, li 4 herêmên Sûriyeyê herêmên ji bo kêmkirina aloziyan ava bikin.

    Piştî hevdîtinên li Astanayê Rûsya, Tirkiye û Îranê di daxuyaniya xwe ya hevpar de ragihand ku her sê welat li ser sê hêrêmên ji bo kêmkirina aloziyan li Sûriyeyê li hev kiriye. Li gorî daxuyaniyê yek ji wan herêman dê tevahiya bajarê Idlibê be, yek dê rojavayê Helebê û bakurê Hamayê be, yek dê Gutaya Rojhilat ya li bakurê Şamê be, yek jî dê li sînorê Urdunê yê başûrê Sûriyeyê be.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo karibin li herêmên ji bo kêmkirina aloziyan çavdêriyê bikin dê li Sûriyeyê navendeke hevpar ya kordînasyonê ava bikin.

    Herwisa hat destnîşankirin ku her 4 herêm dê ji bo 6 mehan werin avakirin lê paşê dibe ku ev dem were dirêjkirin. Ji aliyê din ve jî gera din ya hevdîtinên Astanayê dê di meha cotmehê de were birêvebirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka ji bo çek û cebilxane bide dijberiya Sûriyeyê 2 milyar dolar pere da
    Noqavên rûsî bi moşekên Kalîbr ê li hedefên DAIŞê yên li Sûriyeyê xistin
    ENKS kirîza Sûriyeyê li gel berpirsên ewropî gotûbêj dike
    Li Dêra Zorê tenê 3 kîlometro di navbera HSDê û artêşa Sûriyeyê de mane
    'Çima Tirkiye naxwaze şerê Sûriyeyê bi dawî bibe?'
    ‘Tirkiye ji bo operasyona li bakurê Sûriyeyê 2 tabur leşker şandin ser sînor'
    Reuters: CIAyê fermana vekişîna 2 komên ku li hemberî hêzên Sûriyeyê şer dikirin da
    Etîketan:
    herêmên ji bo kêmkirina aloziyan, Sûriye, Astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de