15:14 18 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    Şer li hemû taxên navendê belav bû: 19 kuştî

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9120

    Operasyona kontolkirina bajarê Reqqayê li hemû taxan bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di pevçûnên bajêr de 19 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin.

    Herwiha li taxên navend bakurê rojhilat û rojava yên bajarê Reqqayê pevçûnên dijwar diqewimin. Di encama şer û pevçûnên çend seetên dawî de 19 milîtanên terorîst ji aliyê şervanên YPGê hatin kuştin û siwareyeke leşkerî ya DAIŞê hate rûxandin.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê di roja 100î de berdewam dike. Li gelek taxên bajêr şer û pevçûnên dijwar rû dan û û şervanên YPGê pêşveçûna xwe berdewam dikin. Pevçûn li derdora nexweşxaneya El-Wetenî û parka El-Reşîd a taxa El-Emîn bi dijwarî rû didin û herwiha hin pevçûnên din li taxên El-Hena ya navenda bajarê Reqqayê berdewam dikin. Di encama van pevçûnan de şervanên YPGê siwareyeke leşkerî ya DAIŞê li taxa El-Emîn rûxandin.

    Ji aliyê din ve li taxa El-Rewda jî ya li bakurê rojhilatê bajêr û taxa El-Nehda ya li rojavayê bajêr pevçûn bi dijwarî rû didin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di encama van pevçûnan de herî kêm 19 milîtan hatin kuştin. Pevçûn li vê taxê hêjî bi dijwarî berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Di navbera YPG û DAIŞê de pevçûnên dijwar: 7 jê fermandar 27 kuştî
    Li bajêr şerê navbera YPG û DAIŞê giran bû: 41 kuştî
    Etîketan:
    Operasyona Reqqayê, DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de