07:00 20 Mijdar 2017
Zindî
    YPG - HSD - OPERASYON

    YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 19440

    Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya operasyona Dêra Zorê ya bi navê ‘Bagera Cizîrê' de di nava 2 rojan de gihîştin deriyê bajêr.

    Şervanên Yekîneyên Parastina Gel di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de gihîştin deriyê bajêr û li herêmê gelek gundewarên rojhilatê Dêra Zorê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

    Operasyona ji du aliyan ve hate destpêkirin, a yekemîn Ebû Fas — Dêra Zorê bû û li vir şervanên 67 kîlometro ber bi bajarê Dêra Zorê ve rizgar kirin. A duyemîn jî Ebû Xeşeb — Dêra Zorê bû û li vir jî şervanan pêşveçûneke ber biçav pêk anîn û devereke bi dirêjahiya 47 kîlometro ber bi Dêra Zorê ve rizgar kirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, di operasyonê de heta niha herêmên bi navê "El-Hicêfat, Humir El-Tewîl, El-Erbîdî, gundê El-Malîha, Reqeb El-Hikûmê û devera pîşeyî ya bajarê Dêra Zorê" hat rizgarkirin. Her wiha rêya di navbera bajarê Dêra Zorê û Hesekê de hate birîn ku terorîst hewl dikarin êrîşên xwe ji Dêra Zorê bi ser Hesekê ve pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Di navbera YPG û DAIŞê de pevçûnên dijwar: 7 jê fermandar 27 kuştî
    Şerê navbera YPG û DAIŞê bê eman dewam dike: Fermandar jî di nav de 48 kuştî
    Li bajêr şerê navbera YPG û DAIŞê giran bû: 41 kuştî
    Etîketan:
    DAIŞ, YPG, Operasyona Dêra Zorê, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de