01:30 20 Îlon 2017
Zindî
    YPG

    Ji bo tolhildanê bi çekên giran êriş kirin: 15 kuştî û gelek birîndar

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 338 0 0

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şer û pevçûnên taxê de 15 milîtanêm terorîst hatin kuştin.

    Şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) li taxa Rewda ya Reqqayê derbeyên giran li milîtanên terorîst ê DAIŞê dixin û şer bi dijwarî li taxê dewam dike.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, terorîstên DAIŞî li navenda Reqqayê li herêma Nexweşxaneya Wetenî û Bexçeyê El Reşît derbeyên giran xwarin. DAIŞî ji bo dorpêça ser xwe hinekî sivik bikin êrişî taxa Rewda ya ku dikeve rojhilatê bajêr kirin.

    Di şer û pevçûna bersivdayîna şervanên YPGê de 15 milîtanên terorîst ê DAIŞê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Şerê li taxê hê jî berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Di navbera YPG û DAIŞê de pevçûnên dijwar: 7 jê fermandar 27 kuştî
    Şerê navbera YPG û DAIŞê bê eman dewam dike: Fermandar jî di nav de 48 kuştî
    Li bajêr şerê navbera YPG û DAIŞê giran bû: 41 kuştî
    Etîketan:
    Operasyona Reqqayê, DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de