09:07 22 Îlon 2017
Zindî
    Ji objektîfên rûsî şerê li Sûriyeyê - Sûriye - sûriyeyê

    Balafiran êrîş kir: Bi kêmî 20 kesan can da

    © Foto: VGTRK/Alexander Pushin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Hat ragihandin ku Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Sûriyê li cîwarên sivîlan xistine û bi kêmî 20 kesan can daye.

    Ajansa Nûçeyan a Dewleta Sûriyê SANAyê bi zarê hemwelatiyên herêmê ragihand ku balafirên koalîsyonê li Reqayê li malekê xistine û di encamê de jin û zarok di nav de, herî kêm 11 kes hatine kuştin.

    Di nûçeyê de hat gotin ku di encama êrîşên balafiran ên ser gundê Şahabat ê bakurê Dêrezorê de jî 11 sivîlan can daye.

    Hevpeymaniya Navdewletî operasyonên dijî DAIŞê yên li Reqa û Dêrezorê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wan dike dimeşîne. Hikûmeta Sûriyê bi mebesta ku şêwra wê nehatiye standin piştgiriyê nade wan operasyonan û wekî nerewa dinirxîne.

    Hevpeymaniyê di meha Tebaxê de ragihandibû ku di operasyonên Sûriyê de 685 sivîl bi şaşî hatine kuştin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Karwana leşkerî ya artêşa Tirkiyê gihîşt sînorê Efrînê
    Êrîşî merasîma cenazeyê dayika Tugluk kirin: Cenaze ji mezel hat derxistin
    Li Entabê xwekujê DAIŞê hat desteserkirin
    Necmedîn Kerîm: Dê 25ê Îlonê xelk biçe ser sindoqan û bêje ‘Belê’
    Li Sêrtê zarokê ku xwest mar bikuje, 4 kes birîndar kirin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de