22:11 24 Îlon 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKS kirîza Sûriyeyê li gel berpirsên ewropî gotûbêj dike

    © Foto: Public Domain
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Şandek ji Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) serdana avahiya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê kir û li gel hejmarek ji berpirsên Ewropî civiyan.

    Di civînê de serokê beşê Rojhilata Navîn yê Yekîtiya Ewropayê, û şandeya Yekîtiya Ewropa ji bo Sûriyeyê û hejmarek berpirs û şêwirmendên Yekîtiya Ewropa amade bûn.

    Şanda ENKS di civînê de, behsa kongireya Riyad 2 û riyên piştgiriya aramiyê li Rojava kir, û nerîna xwe li ser awayê çareserkirina kirîza li Sûriyê ji berpirsên Yekîtiya Ewropa re eşkere kirin.

    Ji aliyêdin ve berpirsên ewropî tekezî li ser giringiya serdana şanda ENKSê û rola Encûmenê di nav dijberiya Sûriyeyê de kirin.

    Şanda ENKSê ji serokê Encûmenê Îbrahîm Biro, Serokê ofîsa pêwendiyên derve Kamîran Haco û endamê desteya siyasî ya opozisyona Sûrî Hewas Egîd pêk hatibû.

    Bi heman mijarî:

    ENKS bi Bogdanov re civiya: Nêrîna me û Moskowê nêzîkî hev e
    ENKS: Rêkeftina Hizbûllaha Lubnanê û DAIŞê metirsdar e
    ENKS li ber avahiya NY ya Qamişlo xwepêşandanê li dar dixe
    ENKS: Me got PYD-YPG ne rêxistina terorê ye
    Etîketan:
    krîz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de