10:27 18 Hezîran 2018
YPG - HSD - OPERASYON

DYAyê 90 tirên çekên giran û navgînan ji HSDê re şandin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Di çarçoveya operasyona Dêra Zorê de, DYA navgînên Hummer û çekên giran ji YPGê re şandin. Rayedarê HSDê ji Spûtnîkê re got, DYAyê navgînên Hummer û çekên giran ji me re şandinû ji bo operasyona Dêra Zorê dê gelek çekên din werin şandin.

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine bidestxistin, DYA di çarçoveya operasyonên Reqa û Dêra Zorê de li ser şandina çek û navgînên zirxî berdewam e.

Rayedarekî HSDya ku YPG jî di nav de cih digire, ji Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku DYAyê ji ber operasyona Dêra Zorê, duh navgînên zirxî û çekên giran ji wan re şandine û wiha pê de çû: "DYAyê çekên giran û navgînên Hummerê ji me re şandine. Di nav wan çekên ku gihiştine me de, doçkayên moşekên bi-germê ajotî, tivingên makîneyî yên otomatîk, moşek û topên hawanê, çekên kalaşînkof hene. Çek û navgînên zirxî ji deriyê Sêmalkayê ji herêma Kurdistanê hatin derbaskirin.  Ji wir jî bi kamyonan bo rojhilatê Dêra Zorê hatin şandin ku ew dever ji DAIŞê hatine paqijkirin. Çek û navgîn bi 90 kamyonî hatin. Ji bo operasyona Dêra Zorê pêdivîtiya me bi bêtir çekan heye. Me ev agahî dan rayedarên DYAyê. Wan jî soz da ku dê di demeke nêzîkî de bêtir çekên giran bişînin."

Heta niha DYAyê 1480 kamyon çek û navgînên zirxî ji HSDê re şandine.

Enqere bi tundî li dijî şandina çekan bo YPGê derdikeve.

Bi heman mijarî:

HSD: Hemû rêyên stratejîk ên diçin Reqqayê hatin kontrolkirin
HSD bi dehan gund rizgar kirin bi hezaran sivîl ber bi deverên ewle ve veguhestin
HSD: Li bajarê Tebqayê 6 taxên din ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
HSD: 'Tabqa ya kevn' bi temamî hat rizgarkirin
HSD ber bi Bendava Firatê ve dimeşe
HSD: Me bajar û bendava Tebqayê kontrol kir
‘HSD bi daxwaza koalîsyonê 11 navçeyan radestî Artêşa Azad dike’
HSD: Biryara alîkariya çekan nîşaneya serkeftina me ye
HSD: Operasyona Reqqayê serê havînî destpê dike
Etîketan:
HSD, YPG, Reqa, Dêra Zorê, Sûriye, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de