06:55 20 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    Li navenda bajêr cenga giran: Çekdarên YPGê jî di nav de 38 kes hatin kuştin

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Şerê DAIŞê yê li Sûriyeyê (19)
    0 257 0 0

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şer û pevçûnan de 33 terorîstên DAIŞî hatin kuştin. Di pevçûnan de 5 çekdarên YPGê jiyana xwe ji dest dan.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Ji duhî ve li herêma Nexweşxaneya Wetenî û Bexçeyê El Reşîd şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 33 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, şer û pevçûnên ku duhî li derdora Nexweşxaneya Netewî û Bexçeyê El Reşîd ên ku dikevin taxa El-Emîn a navenda bajarê Reqqayê rû dabû hê jî dewam dike. Li heman taxê wesayîteke bombebarkirî û 2 çalekiyên xwekujî ji aliyê çekdarên YPGê ve hatin pûçkirin. Bi giştî di encama şerên giran ku heta niha li taxa El-Emîn de rû didin 33 terorîst hatin kuştin.

    Herwiha li gorî daxuyaniya YPGê di şer û pevçûnên heman taxê de 5 çekdarên YPGê jiyana xwe ji dest dan.

     

     

    Mijar:
    Şerê DAIŞê yê li Sûriyeyê (19)

    Bi heman mijarî:

    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Di navbera YPG û DAIŞê de pevçûnên dijwar: 7 jê fermandar 27 kuştî
    Şerê navbera YPG û DAIŞê bê eman dewam dike: Fermandar jî di nav de 48 kuştî
    Li bajêr şerê navbera YPG û DAIŞê giran bû: 41 kuştî
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqaye, DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de