17:14 21 Hezîran 2018
Cebilxane

Li navenda bajêr 3 depoyên çek û cebilxaneyan hatin dîtin

© Sputnik / Dmitry Shorkov
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Operayona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Çekdarên YPGê li taxa Mensûr 3 depoyên çek û cebilxaneyan dîtin.

Çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xebatên paqijkirina taxên rojhilatê Reqqayê yên kontrolkirî didomînin. Di dema paqijkirinê de çekdaran 3 depoyên çek û cebilxaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê li taxa Mensûr dîtin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di depoyan de hejmareke mezin ji çeka doçka û çekên giran hene. Li gorî zanyariyên berdest, li wê herêmê hinek depoyên din ê çek û cebilxaneyan hene û ji ber dewama şer û topbaranê çekdar nikarin xwe bigihînin.

 

 

Bi heman mijarî:

YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
Di navbera YPG û DAIŞê de pevçûnên dijwar: 7 jê fermandar 27 kuştî
Şerê navbera YPG û DAIŞê bê eman dewam dike: Fermandar jî di nav de 48 kuştî
Li bajêr şerê navbera YPG û DAIŞê giran bû: 41 kuştî
Di navbera YPG û DAIŞê de şerê man û nemanê: 95 kuştî
Etîketan:
DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de