01:29 23 Hezîran 2018
HSD / Reqa

YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe

© REUTERS / Zohra Bensemra
Sûriye
Lînkê kurt
0 50

Şerê di navbera şervanên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê û milîtanên DAIŞê ya li bajarê Reqayê dijwartir bûn. Berpirsê Çapamenî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Bali ji Sputnikê re axivî û ragihand ku milîtanên DAIŞê yên jin êrişên xwekujî pêk tînin û gelek windahiyên DAIŞê jî çêdibin.

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ku ji berpirsyarên HSDê hatin bidestxistin, şerên operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji rêxistina terorî a DAIŞê berdewam dikin. Şervanên HSDê îro taxa Mirurê ji DAIŞê rizgar kirin. Şerê kolanan li bajêr berdewam dike, ji bervê yeke welatiyên sivîl gelek zehmetiyan dikşînin û di encama operasyonên balafirên hêzên koalîsyonê de ku Amerîka pêşengiya wê dike, gelek sivîl tên kuştin. DAIŞê di rojên dawî de bi wesayîtên bombebarkirî êrişên xwekujî pêk tîne û êdî milîtanên jin ên DAIŞê jî êrişên xwekujî pêk tînin.

‘SEDÎ 30Ê BAJÊR DI BIN KONTROLA DAIŞê DE YE'

Berpirsê Çapamenî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Bali di derbarê şerê li Reqayê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku şerê li bajêr gelek dijwar bûne û got: "Şerê li Reqayê 3 mehan derbas kir. Şer li orta bajêr dewam dike. Şer li derdora avahiyên hikûmetê berdewam e. Înfaza DAIŞê hin dewam dike. Şerê li qadên Saet û Delleyê dewam dike. Hêzên me avahiya serjimêrê kontrolkirin. Me heta niha 15 tax ji DAIŞê rizgar kirine. Şerê li 6 taxan jî berdewam e. Di demek nêz de jî dê li 2 taxan şer dest pê bike. Niha tenê sedî 30ê Reqayê di bin kontrola DAIŞê de maye û li wan deveran jî şer dewam dike."

‘DORPÊÇA LI SER DAIŞê TENG DIBE'

Bali destnîşan kir ku milîtanên jin ên DAIŞê li Reqayê êrişên xwekujî pêk tinin û wiha pê de çû: "Milîtanên jin ên DAIŞê jî êdî êrişên xwekujî pêk tînin. DAIŞê ne tenê bi milîtanên jin bi hemû hêza xwe êrişî me dike, lê ev yek bê encam dimînin. Êriş ji aliyê hêzên me ve tên şkandin. Dorpêşa li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêktê bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiyê dike, di 6ê Hezîranê de operasyona kontrolkirina Reqayê ji DAIŞê dabû destpêkirin.

Bi heman mijarî:

HSDê deriya Bexdeyê ya dîrokî konrol kir
HSDê dor li taxên Deriye û Mirûrê girtin
McGurk: HSDê ji sedî 60ê Reqayê rizgar kir
Fermandarê HSDê di şer de hat kuştin
Şerê di navbera HSDê û DAIŞê de dijwar bû: 35 kuştî
Amerîkayê bersiva berdevkê HSDê Telal Silo da
Etîketan:
HSD, xwekuj, operasyon, DAIŞ, YPG, Sputnik, Mistefa Balî, Reqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de