07:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Rûsya şkandina dorpêça li ser baregeha hewayî ya li Dêra Zorê piştrast kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê dorpêça li ser baregeha hewayî ya li başûrê rojhilatê bajarê Dêra Zorê piştî operasyona hewayî ya Hêzên Fezayî-Hewayî ya Rûsyayê, şkandiye.

    Wezaretê di derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku, "Artêşa hikûmeta Sûriyeyê, piştî operasyona Hêzên Fezayî-Hewayî ya Rûsyayê berxwedan û dorpêça DAIŞê ya li herêma balafirgeha Dêra Zorê şkandine.

    ARTÊŞA SÛRIYEYÊ DERDORA BALAFIRGEHÊ JI DAIŞê PAQIJ DIKE

    Ji aliyê din ve peyamnêrê Sputnikê yê ku ji herêma şer weşana zindî pêk anî eşkere kir ku Artêşa Sûriyeyê û hevkarê wan derdora balafirê ji DAIŞê paqij dikin.

    Baregeha hewayî ku dikeve rojhilatê Dêra Zorê ji çileya sala borî ve di bin dorpêça DAIŞê de bû.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Sûriyeyê li Dêra Zorê bermahiyên DAIŞê baqij dikin
    Moskowa: Li çeperên DAIŞê yên Dêra Zorê milîtanên ji Rûsya û welatên din jî hene
    Pûtîn ji bo şkandina dorpêça Dêra Zorê Esad pîroz kir
    Rûsya bi moşekên Kalîbrê li Dêra Zorê xist
    ‘Dorpêçiya li ser Dêra Zorê ya DAIŞê hat şkandin'
    Etîketan:
    DAIŞ, dorpêç, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de