17:22 18 Kanûn 2017
Zindî
    HSD

    Li Reqa şer dijwar bû: 47 mirî

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hemleya kontrolkirina bajarê Reqaye ku HSDê bi pêşengiya YPGê dabû dest pê kirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê şeva din li 5 taxan di nava şervanên HSDê û milîtanên DAIŞê şerên dijwar qewimîne û di encamê de jî 47 DAIŞî hatine kuştin.

    Di çerçoveya kontrolkirina Reqayê ji DAIŞê ji şevadin heta berê sibê li taxên Mirûr, Emîn, Nehda, Sekene û Mansûr a li navenda bajêr şerên dijawar rû da û di nava van saetan de jî şer didome. Di encamê de 47 milîtan hatin kuştin û termê 36 milîtanan ket destê şervanên HSDê.

    Herwiha li taxên navborî gelek çek û cebilxane ket destê HSDê. Çekên ketî dest wiha ne: Çekek doçka, 4 çekên RBC, 4 hezar mermiyên kalaşnikof, 3 hezar û 500 mermiyên BKC.

    Li van taxên navborî li kelêka pêşketina şervanan şer û pevçûn hîn jî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    YPGê du navendên din ên Reqayê kontrol kir
    NYyê hişyarî da hevpeymaniya navdewletî: Pêwîst e bedêla Reqayê ne windahiya sivîlan be
    McGurk: HSDê ji sedî 60ê Reqayê rizgar kir
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    Meclîsa Reqayê: Em dixwazin ji bo dahatuya Reqayê bi Rûsyayê re bixavin
    Şerê li Reqayê dijwar bû: 24 kuştî
    Etîketan:
    şer, DAIŞ, HSD, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de