04:52 19 Çile 2018
Zindî
    HSDê operasyona Dêrezorê da destpêkirin

    Destpêkirina operasyona ‘Bahoza Cizîrê’ ya Dêrezorê hat ragihandin

    © Sputnik/ Hîkmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bi fermî ragihand û operasyona bi navê ‘Bahoza Cizîrê’ ya ji bo kontrolkirina rojhilatê Firatê û bejahiya bajarê Dêrezorê dest pê kir.

    Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê îro 9ê Îlonê li gundê Ebû Fas ê navçeya Şedadê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku opersoyana Dêrezorê ya bi navê ‘Bahoza Cizîrê' bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kiriye.

    Di civîna ku fermandarên HSDê amadehî kirin de, Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Dêrzorê Ehmed Ebû Xewla daxuyaniya destpêkirina operasyonê xwend.

    Ebû Xewla got, ev operasyon ji bo rizgarkirina axa rojhilatê Firatê û bejahiya rojhilatê bajarê Dêrzorê ye.

    Fermandarê HSDê da xuyakirin, xetên parastinê yên DAIŞê li Reqayê hatine şikandin û ji sedî 70yê bajêr ketiye destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku niha DAIŞ hewl dide êrîşî herêma Şedadê û bejahiya rojhilat a Dêrezorê bike, ji bo moralê hêzên xwe yên Reqayê bilind bike.

    Balafirên şer ên Tirkiyê / êrîşa asmanî
    © AP Photo/ U.S. Air Force via AP
    SPASÎ LI HSD Û HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ HAT KIRIN

    Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî yê Dêrzorê diyar kir ku di dema operasyonê de ew dê hewl bidin ku ziyan negihe sivîlan û ji ber tevlîbûn û piştgiriyê spasiya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî kir.

    Berdevkê HSDê Telal Silo jî ji rojnamevanan re diyar kir ku ev biryara Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ye û ew jî piştgiriyê didin vê operasyonê.
    Silo got, di serî de Tirkiye, ew qebûl nakin ti hêzeke din destwerdana karên navxwe yê Sûriyê bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’
    Artêşa Sûriyê li Dêrezorê dest bi hicûmê kir
    Bahoza Irmayê li bihayê petrolê xist
    Barzanî: Berî referandûmê em bi Bexdayê re muzakereyan nakin
    Dildarên Hêskîfê li Stenbolê tên ba hev
    Balafirên Koalîsyonê Hewîce bombardiman kir
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de