13:14 24 Gulan 2018
    hsd-qsd-hsdê

    ‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku dê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku niha bi operasyona Reqayê re mijuliyê dikin, îro 9ê Îlonê li bakurê Dêrezorê dest bi operasyonê bike.

    Li gor nûçeya Reutersê HSD bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, dest bi operasyona Dêrezorê dike.

    Fermanderekî HSDê ji Reutersê re ragihandiye ku roja Şemiyê 9ê Îlonê bi fermî operasyona bakurê Dêrezorê tê ragihandin û armanc paqijkirina DAIŞê li wan herêman e.

    HSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, heta niha piraniya bajarê Reqayê bi dest xistiye û operasyona li dijî DAIŞê li wî bajarî hîn berdewam dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyê li Dêrezorê dest bi hicûmê kir
    Bahoza Irmayê li bihayê petrolê xist
    Barzanî: Berî referandûmê em bi Bexdayê re muzakereyan nakin
    Balafirên Koalîsyonê Hewîce bombardiman kir
    Hikûmeta Sûriyê bersiv da Neteweyên Yekbûyî
    PSK û HAK-PAR ji bo referandûmê çavderan dişînin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de