23:16 21 Gulan 2018
    Alaya NY

    Hikûmeta Sûriyê bersiv da Neteweyên Yekbûyî

    © Foto: UN Photo/John Isaac
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberiya Şamê bersiva rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê êrîşên kîmyewî yên li Sûriyê de, da û destnîşan kir, çekên wan ên kîmyewî tune ne û wan çekên kîmyewî bikar neanîne.

    Wezareta Derve ya Sûriyê bertek ji raporên NYyê yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve nîşan da.

    NYyê di nav 4 salên dawî de, 25 caran hikûmeta Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar kiribû.

    Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniya xwe de got, "Sûriyê li hemberî gelê xwe gaza jehrî bikar neanîye û bikar jî nayîne. Lewra rêveberiya Şamê ne xwediyê wan çekan e û bikaranîna wan jî derveyî ehlaqê dinirxîne."

    Di nav çend salên dawî de, sivîlên Sûriyê bi caran rûbirûyî êrîşên çekên kîmyewî bûn. Di êrîşa 21ê Tebaxê ya sala 2013an de, 281 kesan jiyana xwe ji dest dabû ku hinek çavkaniyan ew hejmar wek hezar û 729 kes ragihandibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Tirkiyê berteka biryara girtina wezîrê berê: Skandaleke mezin e!
    'Moskow û Parîs ditirsin ku terorîst ji Sûriyê birevin welatên Ewropî û Rûsyayê'
    Li paytexta Ukrayna Kievê teqîn
    ‘Dema vekişînê de terorîstan bo vegera sivîlan asteng bikin mayin bicih kirine'
    Ayhan Bîlgen ji girtîgehê derket: Şanda HDPê ew li Sîlîvrî pêşwazî kir
    Di derbarê Sezgin Tanrikulu ji ber gotinên wî lêpirsîn hat vekirin
    Dadgeha Amerîkî ji bo wezîrê berê yê Tirk biryara girtinê da
    Rûsya: Biçekbûna li nîvgirava Koreyê îstîqrarê nayne
    Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de