12:43 17 Kanûn 2017
Zindî
    Mihayil Bogdanov

    Şandeya ENKSê bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî

    © Sputnik/ Владимир Трефилов
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Encûmena Niştimaya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî. Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji Sputnikê re axivî û ragihand ku nêrîna wan û Rûsyayê di mijara çareseriya krîza Sûriyeyê de yek e û Rûsya çareseriya siyasî ji bo Sûriyeyê dixwaze.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ENKSê hatin bidestxistin, şandeyek ENKSê di bin serokatiya Biro de bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re doh li Moskowê hevdîtin pêk anîne.

    Serokê ENKSê Îbrahîm Bir oku di şandeyê de cih girt, di derbarê hevdîtinê de ji Sputnikê re axivî.

    ‘NÊRÎNA ME Û RÛSYAYÊ GELEK NÊZ E'

    Biro got: "Me şandeyek ENKSê serdana Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê kir. Endamên Komîteya Krên Derve yê ENKSê Dr. Kameran Hecî Ebdo, Nûnerên Moskowê yê ENKSê Mistefa Sîno û Fûat Elîko cih girtin. Me bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re hevdîtinek girîng pêk anî. Me di hevdîtinê de krîza Sûriyeyê û bi taybetî rewşa kurdan axivî. Nêrîna me û Rûsyayê di mijara bidawîanîna şerê li Sûriyeyê de gelek nêz e. Me daxwaza berdewamiya vê kir. Me çareseriya siyasî li Sûriyeyê daxwaz kir. Heta niha gelek welatan di mijara çareseriya krîzê de gelek civînan pêk anîn, lê ti encam nehat bidestxistin."

    ‘RÛSYA LI SÛRIYEYÊ DAXWAZA PARASTINA HEMÛ NETEWAN DIKE'

    Biro eşkere kir ku rolek mezin li Sûriyeyê ya Rûsyayê heye û wiha pê de çû: "Li gorî me Rûsya, di mijara çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de hevkareke mezin e. Rûsya, di mijara parastina mafên kurdan de, bo li darxistina kontre û civîneke de dikare bibe alîkar. Rûsya bi rêyên siyasî dixwaze krîza Sûriyeyê bê çareserkirin. Roleke mezin a Rûsyayê di hevdîtinên Astanayê de heye. Di mijara bidawîkirina çareseriya leşkerî de roleke mezin ya Rûsyayê heye. Rûsya li Sûriyeyê dixwaze mafê hemû netewan biparêze."

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Rêkeftina Hizbûllaha Lubnanê û DAIŞê metirsdar e
    ENKS: Em dikarin ji bo referandûma serxwebûnê çalekiyan li dar bixin
    ENKS: 100 Kurdên Efrînê li derîyê sînor hatin girtin
    ENKS: PYD rêvebirên me digre
    ENKS: Girtina nivîsgehan û endaman dikeve xizmeta dijminan
    ENKS: Bi De Mistura re pirsa Kurd bi berfirehî hat guftûgokirin
    Etîketan:
    hevdîtin, Sputnik, Mihaîl Bogdanov, Îbrahîm Biro
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de