20:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Karwanê milîtanan rastî êrişa hewayî hat: 85 kuştî

    © Flickr/ Morning Calm Weekly Newspaper Installation
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê Ryan Dillon di encama bombebarana balafirên şer de li Sûriyeyê 85 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Fermandarê amerîkî Ryan Dillon eşkere kir ku karvaneke otobûsên terorîstên DAIŞê yên dorpêçkirî li çolistana Sûriyeyê bûye armanca bombebarana balafirên şer. Li gorî gotina Dillon ev karwan ji 17 otobûsan pêk dihat ku ji 29ê Tebaxê ve li parêzgeha Meyadînê dorpêçkirî mabûn.

    Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihandin, ku, 300 çekdarên DAIŞê bi tevê malbatên xwe di nava wan otobûsan de bûne.

    Piştî rêkeftina DAIŞê ya ligel Hizbullaha libnanî, karwanî ji sînorê Lubnan û Sûriyeyê berê xwe dabû sînorê Iraqê. Lê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê de, 2 caran êrîşî karwanê kiribûn ku ev karwan neçar mabûn berê xwe bidine bajarê Meyadînê. Dillon da xuyakirin ku di bombebaranê de 85 milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Pêşmerge û DAIŞê de şerekî dijwar: Hemû grûb hat kuştin
    Wezareta Parastin a Rûsyayê: ‘Wezîrê Şer' ê DAIŞê hat kuştin
    Amerîkayê zêdetirî 20 fermandarên DAIŞê ji Dêra Zorê tehliye kir
    Leşkerên Sûriyeyê li Dêra Zorê bermahiyên DAIŞê baqij dikin
    DAIŞê li Xurmatûyê bi 3 aliyan ve êrişî hêzên Pêşmerge kir: Kuştî hene
    Etîketan:
    Koalîsyona Navneteweyî, DAIŞ, Ryan Dillon, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de