18:49 27 Gulan 2018
Milîtanên DAIŞê li Hesekê

ENKS: Rêkeftina Hizbûllaha Lubnanê û DAIŞê metirsdar e

© AFP 2018 / HO / ALBARAKA NEWS
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro rêkeftina Hizbûllaha Lubnanê û DAIŞê wek karekî metirsîdar nirxand û got, divê Iraq xwedî helwesteke zelal be li ser wê bûyerê.

Li gor nûçeya BasNewsê Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li ser rêkeftina Hizbullaha Lubnanê û DAIŞê ya li ser pevguhertina dîlan, kuştiyan û veguhestina çekdarên DAIŞê ji Lubnanê bo ser sînorên Iraqê got, rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê rêkeftineke metirsîdar e.

Biro da zanîn, "Bi eşkere û li ber çavên cîhanê rêkeftin dikin. Ev zengila xeterê ye. 17 otobûs çekdarên DAIŞê li ser sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê tên bicîhkirin. Bi rastî metirsîdar e."

Serokê ENKSê helwesta Iraqê ya li hember wê rêkeftinê rexne kir û da xuyakirin, ‘Mirov nizane ka hikûmeta Iraqê çi qasî ji wê yekê agahdar e. Divê Bexda xwedan helwestek zelal be li ser vê mijarê.'

 

 

Bi heman mijarî:

Koreya Başûr hişyariyeke din da
Li Nisêbînê herêma ewlekariyê hat ragihandin
Pûtîn: Aboriya Rûsyayê ji nû ve pêş dikeve
Parlamentariya Leyla Zana û 4 kesên din ketiye xeterê
NY piştî bangên lezgîn îro dicive
Li çar taxên Licê qedexe hat ragihandin
‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
Rûsyayê ceribandina bombeya hidrojenê bi tundî şermezar kir
Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
Kurdî bû yekane zimanê perwerdehiyê
Etîketan:
Iraq, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de