07:57 18 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    YPGê li dijî êrişên Tirkiyeyê bangî Rûsyayê kir

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70

    Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihand ku dê êrişan bê bersiv nehêlin û bang li Rûsyayê kir ku ji bo êrişan bibe çevdêr.

    Êrişên Artêşa Tirkiye û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li dijî Efrînê dewam dike. Herwiha Tirkiye li ser sînorê Rojava amadehiya operasyoneke berfireh li dijî Efrînê dike. Fermandarê Yekîneya Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo li ser êriş û operasyonên Tirkiyeyê axivî û ragihand ku ev plan dê bi ser nekevin û got: "Me her carê li dijî hêzên Tirkiyeyê li ber xwe da. Kesên ku dixwaze xaka Sûriyê dagir bikin dewleta tirk e. Em mafê rewa yê xweparastinê bi kar tînin.''

    ‘HER ROJ SIVÎLAN DIKUJIN'

    Hemo diyar kir ku Til Rifat beriya niha yek ji navenda girîng a milîtanan bûye û wiha pê de çû: "Milîtan hewl didin ku bi demografiya herêma Şehbayê bilîzin. Li vê herêmê bi sadên malên Kurdan û Ereban hatine şewitandin. Artêşa Tirkiye û komên girêdayê wane her roj sivîlan dikujin. Dê têkoşîna me yê li dijî Tirkiyeyê li Şehbayê dewam bike."

    Hemo li ser pozîsyona Rûsyayê ya li herêmê jî axivî û bangî Rûsyayê kir ku li dijî êrişan çevdêriyê bike û divê mijarê de bibe xwedî helwesteke xurt.

    Bi heman mijarî:

    Şerê di navbera YPGê û DAIŞê de dijwartir bû
    YPGê herêma stratejîk kontrol kir: 23 kuştî
    Brett McGurk peyama sersaxiyê bo fermandarê YPGê weşand
    MHPê derhênerê fîlmê YPGê vexwend festîvalê
    Artêşa Tirkiyeyê çeperên YPGê topbaran dikin
    Etîketan:
    bangî, êriş, YPG, Sîpan Hemo, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de