05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    Hêzên Koalîsyonê: Me kerwana DAIŞê ku ji 600 kesan pêk tê dorpêç kirine

    © AP Photo/ albaraka_news, File
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike ragihand ku kerwana ku ji 17 otobêsan militanên DAIŞê û malbatên wan pêk tên li çola Sûriyeyê dorpêç kirine.

    Koalîsyonê di derbarê mijarê de daxuyanî belav kir û tê de eşkere kir ku, "di kerwana li herêma di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de jin û zarok hene û ji bo ku ew zerarê nebînin, niha li çareyan digerin."

    Koalîsyonê destnîşan kir ku kerwana ku ji 17 otobêsan pêk te hêj bi komên DAIŞê yên li rojhilatre negihîştine hev û hêj êriş li dijî wan pêk neanîne.

    Lê hat eşkerekirin ku kerwana DAIŞê ku wesayîtên zirxî û tankek jî di nav de dixwazin derbasî sînorê Iraqê bibin.

    Berdevkê koalîsyonê Serpêl Ryan Dillon diyar kir ku, "Kerwanê dişopînin. Em ê destûrê nedin ku ev kerwan bi komên din ên li rojhilat bigihîjin hev. Dê êrişa me li dijî endamên DAIŞê yên ku hewldidin biçin rojhilat dewam bike."

    Li gorî ragihandina Reutersê di kerwanê de 300 milîtanên DAIŞ û 300 jî sivîl hene.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîkayê îstîxbarat da Tirkiyeyê, DAIŞ di cejnê de wê êriş bike'
    DAIŞ çekên giran dişîne herêma Deyr ez-Zorê
    ‘DAIŞ li Çiyayê Hemrîn amadehiya şerê gerîlayî dike'
    8 kes û komên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê ketin lîsteya toleyên NYyê
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    Etîketan:
    kerwan, DAIŞ, Ryan Dillon, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de