17:57 13 Kanûn 2017
Zindî
    HSD

    Şerê di navbera YPGê û DAIŞê de dijwartir bû

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Li taxên Mirur û El-Emîn ên aliyê rojava yê Reqayê, ji şeva din ta vê kêliyê şerên dijwar, rû didin. Hate ragihandin k udi şerê li her du taxan de 9 milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

    Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 88an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatine girtin, li taxên Mirur û El-Emîn ên aliyê rojava yê Reqayê, ji şeva din ve şerên giran, diqewimin.

    Hate diyarkirin ku di encama şerê heta niha li her du taxan de, 9 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û termê 7 ji wan jî di destê şervanên HSDê de ne. Li her du taxên navborî şerên giran didome.

    Hêjayê gotinan ne ku duh jî şervanên HSDê taxên Reqa Kevin û Diriyê ji çeteyên DAIŞê rizgar, kirin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me sedî 70ê bajêr kontrol kir
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    Etîketan:
    HSD, şer, DAIŞ, YPG, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de