10:08 23 Gulan 2018
    HSD

    HSD: Me sedî 70ê bajêr kontrol kir

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Şerê di navbera şervanên HSD ku YPGê pêşengiya wê dike û milîtanên DAIŞê li bajarê Reqayê dewam dike. Berpirsê çapamenî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Ballî ji Sputnikê re ragihand ku sedî 70ê bajêr kontrol kirine û şerê li bajêr jî berdewam e.

    Hikmet Durgun

    HSD
    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Li gorî haydariyen ku ji rayedarên HSDê ku Yekîneya Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike hatin bidestxistin, şerê li Reqayê dewam dike. Şervanên HSDê taxa Mensurayê ji milîtanên DAIŞê kontrol kirin. Hate ragihandin ku êrişen DAIŞê yên bi wesayîtên bombebarkirî di rojên dawî de zêdetir bûne û ji ber şer welatiyên sivîl gelek zehmetiyan dikşînin û gelek sivîl di êrişên hewayî yên balafirên hêzên hevpeyman ku Amerîka pêşengiya wê dike de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane.

    Berpirsê çapamenî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Ballî di derbarê şerê li Reqayê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku şerên li bajêr gelek dijwar bûne û got: "Şerê li Reqayê gihîşt roja 82an. Şer berbi navenda bajêr ve pêşve diçe. Şer di rojên berî de dijwartir dibe. Me heta niha 15 taxên bajêr kontrol kirine. Me demek bere jî taxa Reşît kontrol kiribû. Niha sedî 70ê bajêr hatiye rizgarkirin. Di wan şeran de 13 milîtanên DAIŞê hatin kuştin. Şervanên HSDê ber bi taxa Nehvayê ve pêşve diçin. Divê navberî de me gelek xalan ji DAIŞê rizgar kirin."

    Bi heman mijarî:

    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Etîketan:
    şer, DAIŞ, HSD, Sputnik, Mistefa Ballî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de