08:42 26 Îlon 2017
Zindî
    Bajarê Helebê

    Çavkaniyeke taybet ji Spûtnîkê re ragihand: 120 milîtanan çek danî

    © AP Photo/ Bassem Tellawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 14210

    Di çarçoveya prosesa lihevkirinê de, li herêma Helebê ya Sûriyê komeke 120 kesî ya milîtanên dijberiyê çekên xwe danîn.

    Çavkaniyeke taybet ji Spûtnîkê re ragihand, "120 milîtanên ku girêdayî komeke neyasayî ypa çeteyan bûn (Li herêma Helebê) ji herêma yekê ya kêmkirina rageşiyê hatin tehlîyekirin. Tehlîyekirina milîtanan bi nezareta polîsê leşkerî yê Rûsî ber bi herêma kontrola hikûmeta Sûriyê ve hatin veguhestin. Milîtan bo komîteya ewlekariyê hatin şandin. Dê mijara efûyê ji aliyê komîsyonê ve were nirxandin."

    Çavkaniyê herwiha diyar kir, bi rêya bangewaziya parêzgarê Helebê û muftiyê Helebê ku xwestine, milîtan ji efûya hikûmeta Sûriyê sûde werbigirin û çekan deynin, her diçe hejmara milîtanên ku xwe radest dikin zêde dibin.

    Çavkaniyê da zanîn ku gelek kes bi rêya peyamên telefonê SMSan biryara xwe radigihînin.

    Roja sêşema borî jî hatibû ragihandin ku li Helebê 48 milîtanan çek daniye.

     

    Bi heman mijarî:

    Çend wêneyên balkêş ên meha Tebaxê
    Li Koln a Almanyayê festîvala 'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' hat lidarxistin
    YNKê derbarê kuştina 2 hemwelatiyên Kurd de daxuyanî da: Endamê me bûn
    2 Wezîrên Fransî serdana Bexda û Hewlêrê dikin
    Koreya Bakur 3 moşekên balîstîk pekandin
    Pêşmergeyên ku bûn sedema kuştina hemwelatiyan teslîm bûn
    Etîketan:
    Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de