14:38 22 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Sûriyê

    Artêşa Sûriyê li Deyr ez Zorê rêgeheke girîng kontrol kir

    © AFP 2017/ GEORGE OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Artêşa Sûriyê bajaroka Hamim a di navbera Hûms û Deyr ez Zorê de ku xwedî girîngiyeke mezin e kontrol kir û gihîşt sînorên başûrê Deyr ez Zorê.

    Bajaroka Hamim herwiha bi ser kelehên DAIŞê yên Ebû Kemal û Meyadînê ku li ser sînorê Iraqê ne jî vedike.

    Çavkaniyeke ji artêşa Sûriyê ji Spûtnîkê re ragihand, artêşa Sûriyê ji 3 milan ve ketiye Hamimê û wiha domand: "Li derdora bajarokê pevçûnên dijwar qewimîn. Ji bo ketina bajêr a artêşê were astengkirin, xwekuj û wesayîtên bombekirî hatin bikaranîn. Herwiha êrîşa me ya ji sê milan ve û dûrbûna avahiyan ji hevdu, hişt ku milîtan nikaribin konsantre bibin."

    Çavkaniyê herwiha da zanîn ku beriya operasyonê balafirên Rûsya û Sûriyê êrîşên hevbeş pêkanîn.

    Bi rizgarkirina Hamim a ku wek deriyê başûr ê Deyr ez Zorê tê zanîn re, dê dorpêça 6 salan a DAIŞê were şikandin.

     

    Bi heman mijarî:

    CNN: 2 ajanên ku dikirin diziya planên moşekan bikin hatin desteserkirin
    Kampanyaya ‘Em Twitter a Kurdî dixwazin’ ket rojeva Twitterê
    ‘Amerîka dixwaze Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike’
    Generalê Rûsî: Yekîneyên me li Sûriyê operasyoneke bêmînak pêkanîn
    Walîyê Venedîkê: Kesê ku bêje 'Allahû Ekber' wê bête kuştin
    Bi KHKya nû cezayê 2 salan dibe 5 sal
    McGurk: HSDê ji sedî 60ê Reqayê rizgar kir
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de