00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Reqqa

    Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina operasyona Reqayê kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 13702

    Şêwirmendê Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike kir, şerê Reqayê bide rawestandin.

    NYyê di daxuyaniya xwe ya 24ê Tebaxê roja Pêncşemê de, daxwaza sekinandina şer li Sûrîyê kir daku 20 hezar sîvîlên asêmane bikaribin ji Reqayê derkevin.

    NYyê herwiha bang hevpeymaniyê kir, êrîşên ku bûne sedema kuştina sîvîlan bide sekinadin.

    'DIVÊ SIVÎLÊN JI BER XETERIYÊN MEZIN DIREVIN NEBIN ARMANC'

    Şêwirmendê Karên Mirovan ê NYyê Jan Egeland li Cenevê ji rojnamevanan re ragihand: "Em bang li hemû alîyan dikin ku hemû tiştên pêwîst bikin daku sîvîl bikaribin ji Reqayê birevin. Divê, êrîş li belemên ser Çemê Firatê neyên kirin û mirovên ku bi xeteriyên mezin direvin nebin armanca êrîşan."

    AMNESTYÊ JÎ BANGA RAWESTANDINA ÊRÎŞÊN ASMANÎ KIR

    Li aliyê din Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) jî îro ragihand, êrîşên asmanî yên koalîsyonê li Reqayê bûne sedema kuştina bi sedan sîvîlan û yên mayî jî bi gurtirbûna şerê berdewam di bin xeterîyeke mezin de ne.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    Nîjerya dixwaze di tekoşîna li dijî Boko Haramê de bi Rûsyayê re hevkarîyê bike
    Sedema qewirandina nûnerê YNKê ji Tirkiyeyê eşkere bû
    Şerê li Reqayê dijwar bû: 24 kuştî
    Daxwaza Demirtaş nehat qebûlkirin
    8 kolberên kurd bi guleyên leşkerên Îranê hatin kuştin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de