23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Li bajarê Reqayê di navbera şervanên HSDê û milîtanên DAIŞê de şerên dijwar diqewimin. Hate ragihandin ku DAIŞê welatiyên sivîl wek mertala zindî bikar tîne. Berpirsê Çapameniya HSDê Mistefa Balî ji Sputnikê re axivî û eşkere kir ku DAIŞê li rêya ku sivîl birevin mayin bicih kirine û kesên ku dixwazin birevin jî dikuje.

    Hikmet Durgun

    HSD / Reqa
    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Şerê di navbera şervanên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞ ya li bajarê Reqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

    Hate diyarkirin ku ji ber şer welatiyên sivîl gelek zehmetiyan dikşînin û ji ber êrişên xwekujî yên bi wesayîtên bombebarkirî û mayinên DAIŞê gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

    Herwiha ji ber operasyonên hewayî yên balafirên hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiyê dike, gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane.

    ‘SIVÎL TRAJEDIYEK BI XWÎN DIJÎN'

    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo parastina sivîlên ku ‘trajediyeke bi xwîn dijîn' yên li Reqayê bang li alîyên ku li bajêr şer dikin kir.

    Rêxistina Efûyê di rapora xwe de cih da şahidên bûyerê ku ragihandine milîtanên DAIŞê berî reva sivîlan bigire dafikên bûbiyê ava kirine û kesên direvin jî dibin hedefa nîşangirên DAIŞê.

    Berpirsê Çapamenî yê HSDê Mistefa Bali di derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û ragihand ku, "DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertala zindî. Berî li reva sivîlan bigire teqemenî û mayin bicih dike. Gelek mayin li rêyên ku sivîl xwe rizgar bikin hatine çandin. DAIŞ sivîlên ku dixwazin birevin jî dikuje."

    Ballî wiha pê de çû: "Heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi 10 hezaran sivîl ji herêmên şer rizgar kirine û li cihên biewle bicih kirine. Li herêmên biewle hemû hewcedariya wan em pêk tînin. Em sivîlan radestî meclîsên sivîl dikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Dema hevpeymaniyê li sivîlên Reqayê xist, zarok li derve dilîstin’
    Neteweyên Yekbûyî êrîşa Reqayê ku bû sedema kuştina sivîlan şermezar kir
    McGurk li Reqayê bi YPGê re civîya
    Meclîsa Reqayê: Em dixwazin ji bo dahatuya Reqayê bi Rûsyayê re bixavin
    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    Etîketan:
    sivîl, DAIŞ, mayin, Sputnik, Mistefa Balî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de