23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê ENKSê Îbrahîm Biro

    Brahîm Biro: Siyaseta şaş a PYDê hejmara ereban li Rojava zêde kir

    © Foto: Twitter
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10104

    Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê Brahîm Biro ragihand ku ji ber siyaseta çewt a PYDê hejmara ereban li Rojava ji ya kurdan zêdetir kir.

    Brahîm Biro di axaftina xwe ya malpera KDP.info de got: "PYDê destê xwe daye rêjîma Sûriyê û ligel wê rêkeftin kiriye, êdî ew navçeyên ku bi xwîna ciwanîn kurd azad bûne, dîsa PYDê radestî rêjîmê dike. Li bajarên Qamişlo û Efrînê jî kurd û siyasetmedarên kurd di zindanan de ne û îstixbaratên rêjîmê jî bi azadî karê xwe dikin."

    ‘HEJMARA EREBAN HER DIÇE ZÊDETIR DIBE'

    Serokê ENKSê Biro di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber siyasetên PYDê ên çewt li Rojava êdî rêjeya ereban ji ya kurdan zêdetir bûye. Ereb ji navçeyên Sûriyê tên û li Rojava bicîh dibin, xanî û dikanan dikirin û bi vê yekê jî demografiya Rojava tê guhertin. Berê hejmara kurdan li Efrînê % 95 bû û ji xwe Ereb li Kobanê nebûn, lê niha li Efrîn û Kobanê û Girkê Legê hejmara Ereban zêdetir bûye û hejmara wan hêj jî zêdetir dibe."

    Bi heman mijarî:

    ENKS li ber avahiya NY ya Qamişlo xwepêşandanê li dar dixe
    ENKS: Me got PYD-YPG ne rêxistina terorê ye
    ENKS: Em dikarin ji bo referandûma serxwebûnê çalekiyan li dar bixin
    ENKS: 100 Kurdên Efrînê li derîyê sînor hatin girtin
    ENKS: PYD rêvebirên me digre
    Etîketan:
    Serokê ENKSê, PYD, Brahîm Biro, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de