23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

    ‘Dema hevpeymaniyê li sivîlên Reqayê xist, zarok li derve dilîstin’

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Kesên ku ji bajarê Reqa yê di bin kontrola DAIŞê de ye direvin, dibêjin ku dema balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, xelkê sivîl kirin armanc zarok jî li derve di lîstikê de bûn.

    Niştecihekî Reqayê tirsa xwe ya dema lêdana balafirên hevpeymaniyê ji Russia Today (RT) re anî ziman û got, ‘Beriya êrîşê bi çend saetan balafirên ku em dihizirin yên koalîsyonê bûn, dîmenên herêmê tomar kirin. Balafiran dema ku zarok li derve di lîstikê de bûn, xanî kirin armanc."

    'LI HERÊMÊ MILÎTAN TUNE BÛN'

    Şahidekî din ê bûyera êrîşa koalîsyonê ku li nexweşxaneya Hesekê ya El Qamişlo ya Netewî bû, diyar kir, "Li herêmê milîtan tune bûn, zarok li derve dileyîstin û me jî av dikişand. Lê balafiran rasterast xaniyên sivîlan kirin armanc û lê dan."

    'FOSFORA SPÎ HAT BIKARANÎN'

    Niştecihekî din ê Reqayê jî da zanîn ku li taxa Faros û derdora wê tê gotin ku fosfora spî hatiye bikaranîn ku ew jî ji aliyê balafirekê ve çêbûye.

    Herwiha RTyê di dîmenên ku bi dest xistine de, zarokekî ku ji serê xwe hatiye birîndarkirin jî tomar kiriye.

    Hatibû ragihandin ku koalîsyona navdewletî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, di nav 24 demjimêrên dawî de bi êrîşên xwe bûye sedema kuştina 78 sivîlan.

     

    Bi heman mijarî:

    Taybetmendîyên teknîkî yên tanka T-90 a Rûsî
    Erdogan ji ber alîkariya Amerîka ya bo YPGê bertek nîşanî Mattis da
    Rûsya: Navenda çavderiyên bo herêmên kêmkirina rageşiyan dest bi xebatên xwe kir
    Li Kurdistanê erdhejeke bihêz: Li 12 navendan bandor kir
    Tirkiye: Ji bo derxistina PKKê ji Iraqê em amade ne bi Iraqê re kar bikin
    Netenyahu li gel Pûtîn gazin ji Îranê kir
    Balafirên Erebistanê li oteleke xistin: 60 kuştî
    Wezîrê ewropî: Erdogan wekî dîktatoran tevdigere
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de