02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Pokemon - Sûriye

    Rûsya: Navenda çavderiyên bo herêmên kêmkirina rageşiyan dest bi xebatên xwe kir

    © Foto: Twitter/MOUSTAFA JANO
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 1010

    Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku navenda çavdêriya hevpar ji bo herêmên kêmkirina rageşiyan li başûrê rojavayê Sûriyeyê, îro li Ammanê paytexta Urdunê dest bi çalakiyên xwe kir.

    Wezareta Parastinê di derbarê mijarê de daxuyaniyeke belav kir û tê de diyar kir ku, navenda çavdêriya herêmên Deraa û Kuneytrayê ya Sûriyeyê ku Rûsya, Amerîka û Urdunê li hev kiribûn, li gorî Formata Ammanê dest pê kir.

    Navenda çavdêriya hevpar, dê agirbesta li herêmên kêmkirina rageşiyan a li başûr bişopîne, alîkariya mirivo temin bike û alîkariya tibbî bide sivîlan û alîkariyên din pêk bîne.

    Li herêmên Hûmsê li bakurê Sûriyeyê, Xutaya Rojhilat ku dikeve rojhilatê Şamê, Deraa û Kuneytrayê bi tevahî 3 herêmên kêmkirina rageşiyan li Sûriyeyê pêk hatine.

    Bi heman mijarî:

    Lavrentyev: Li Astanayê peymana herêmên kêmkirina rageşîyê nehat îmzekirin
    Kazakîstan: Em hêvî dikin ku Amerîka girîngiyê bide herêmên kêmkirina rageşiyan
    ‘Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo herêmên kêmkirina rageşîyê li Sûrîyê hemfikir in’
    'Me herêmên kêmkirina rageşiyan li ser nexşereya Sûriyeyê destnîşan kirin û da Tirkiyeyê'
    Etîketan:
    çavdêrî, herêm, Wezareta Parastin a Rûsyayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de