20:25 24 Îlon 2017
Zindî
    Press conference of the Secretary-General

    Neteweyên Yekbûyî êrîşa Reqayê ku bû sedema kuştina sivîlan şermezar kir

    © Flickr/ UN Geneva
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephan Dujarric, êrîşa hewayî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Reqayê ku gelek sivîlan can dabû şermezar kir.

    Dujarric di civîna rojane ya agahdarkirina çapemeniyê de, fikarên xwe yên derbarê êrîşa Reqayê ya ku zêdetirî 30 kesan tê de jiyana xwe ji dest dabû anî ziman.

    Berdevkê NYyê Dujarric bi bîr xist ku di êrîşeke din de jî 8 sivîlan can daye û got, hîn jî sivîlên Sûriyê rûbirûyî êrîşên tirnak dibin.

    'NY HEMÛ ÊRÎŞÊN SER SIVÎLAN Û NIŞTÎNGEHÊN WAN ŞERMEZAR DIKE'

    Dujarric wiha got: "Di encama êrîşên roj û hefteyên dawî yên ser Reqayê de, gelek sivîlan can da û gelek jî birîndar bûn. 25 kes di pevçûnan de asê man. NY hemû êrîşên ser sivîlan û niştîngehên sivîl şermezar dike."

    Berdevkê NYyê bangewazî li hemû aliyên Sûriyê kir ku her cure bergiriyan bistînin.

    OPERASYONA REQAYÊ 6Ê HEZÎRANÊ DESTPÊ KIRIBÛ

    Operasyona rizgarkirina Reqayê ku wek paytexta DAIŞê tê zanîn, 6ê Hezîrana 2017an bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destpê kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Enqerê bersiva Berlînê da: Nayê qebûlkirin
    Barzanî û Senatorê Komarîxwaz civiyan: Dê biryara Kurdan bigihîne Amerîkayê
    Civîna Barzanî û Mattis bidawî bû
    Amerîka ji ber çalakiyên Koreya Bakur mueyîde danî ser Rûsya û Çînê
    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake
    ‘Piştî nîqaşa min û Erdogan hinekan jina min tehdît kir'
    Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pireke nû ava dibe
    Li Almanyayê banga mueyîdeyan li ser malbata Erdogan pêk bînin hat kirin
    Etîketan:
    Stephan Dujarric, Neteweyên Yekbûyî (NY), Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de