14:41 22 Îlon 2017
Zindî
    Koalîsyona dijê DAIŞê

    Balafirên koalîsyonê li sivîlan xist: 78 mirî

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Hate ragihandin ku di êrişên balafirên şer ên hêzên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li bakurê bajarê Reqayê de 78 sivîl jiyana xwe ji dest dane.

    Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê di 24 saetên dawî de hêzên koalîsyonê êriş li dijî taxên bakurê Reqayê pêk anîne û di encema êrişan de jî 78 sivîl can dane.

    Hat îdiakirin ku ev êriş li dijî çeperên DAIŞê pêk hatine, lê di êrişan de gelek avahî û binesazî hatine hilweşandin.

    Hêzên koalîsyona navneteweyî ji Tebaxa 2014an vir ve li Sûriyeyê operasyon li dijî DAIŞê pêk tîne.

    Koalîsyon di destpêka vê mehê de li xwe mikur hatibû ku di operasyonên li Sûriye û Iraqê de bi şaşî 624 sivîl hatine kuştin.

    Lê rêveberiyên herêmî û çavdêrên serbixwe destnîşan kirin ku ev hejmar ji rastiyan dûrê, zêdetir sivîl di êrişên koalîsyonê de hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Bangewaziya hilweşandina Koalîsyona Navdewletî hat kirin
    Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê li Reqqayê bombeya fosforê bi kar anî
    Koalîsyona navneteweyî balafiran dide HSDê
    Koalîsyona Navdewletî hejmara mîlîtanên DAIŞê yên li Mûsilê eşkere kir
    Koalîsyona Amerîkayê ji bo çekdarên HSDê balafira leşkerî ya Sûriyeyê avêt
    Koalîsyona Navdewletî di derbarê destpêkirina operasyona Reqayê de daxuyanî da
    Etîketan:
    DAIŞ, sivîl, êriş, balafir, SANA, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de