12:36 25 Îlon 2017
Zindî
    HSD-QSD-

    Li bajêr şerê navbera YPG û DAIŞê giran bû: 41 kuştî

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê di roja 76emîn de li 6 taxên bajêr bi hemû dijwariya xwe didome. Di pevçûnan de 41 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê di roja 76emîn de ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li 6 taxên bajêr bi hemû dijwariya xwe didome. Di şer û pevçûnên navbera YPG û DAIŞê de 41 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, di şerê taxa Mansûra ya rojhilatê bajêr 9, li taxa Reşîd 8, li taxa Berîd a bakur rojavayê bajêr 9, li taxa Mirûr a rojavayê bajêr 10 û li taxa Mirûr a bajêr jî 5 bi tevahî 41 milîtanên terorîst ê DAIŞê hatin kuştin.

    Herwiha li gorî agahiyan, di encama şer û pevçûnan de gelek çek û cebilxane û terme milîtanên rêxistina terorîst ketine destê çekdarên YPGê.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de